Ji bo diyarkirina mafê çarenûsê kampanya

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Ji bo diyarkirina mafê çarenûsê kampanya

von Azadiyakurdistan am 24.01.2011 20:49



Hewlêr: Ji aliyê çend çalakvanên sivîl ve bo diyarkirina mafê çarenûsê bo her çar parçeyên Kurdistanê kampanyek li Ba$ûrê Kurdistanê tê sazkirin. Rêveberê wê kampanyê dibêje; “Pêwîst e êdî rêz li her ferdekî Kurdistanê bê girtin û her ferdek bi xwe biryarê li ser mafê çarenûsa xwe bide.”

Di vê derbarê de rêveberê wê kampanyê Selam Ebdullah ji rojnameya Aso re axifî û bal ki$and ser wê yekê ku, ew dixwazin bi rêya wê kampanyê gelê Kurd ji mejiyê parçebûna Kurdistanê rizgar bikin: “Em dixwazin rasterast daxwaz ji her ferdekî Kurd bê kirin ku ew bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bide, ne ku bi kom.”

Ebdullah wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Heta niha hewldan li ser be$eke Kurdistanê hatine kirin. Niha çar be$ e, lê bi vê kampanyê di dîroka Kurdan de cara yekem e daxwaz tê kirin ku, ji bo diyarkirina mafê çarenûsa welatê xwe rêz ji her ferdekî Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê re bê girtin.”

Selam Ebdûllah da zanîn ku ew pi$ta xwe bi yasayên Neteweyên Yekbûyî, Danezana Mafê Mirovan a Cîhanê û dîroka hêzên pê$keftinê dixwazin ve girê didin û bi wê yekê ev kampanye ragehandine; “Em hêvîdar in dezgehên ragehandinê ji bo ser xistina vê pêngavê rolê xwe bileyîzin.”

rudaw.net

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum