Ji bo ku konsertên wî asteng nebin Tatlises bertîl dane PKK

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Ji bo ku konsertên wî asteng nebin Tatlises bertîl dane PKK

von Azadiyakurdistan am 19.06.2010 23:14



Avesta - Li gor anga$teke doznameya KCK'ê, hunermend Ibrahim Tatlises, ji bo ku PKK qedexeya danî ser konserên wî yên ewrûpayê rabike, pere pê$nîyar kiriye.

Di doznameyê de tê gotin ku, Tatlises, cara dawîn di sala 2006an de li Almanyayê konser daye û ji ber ku PKK'ê qedexe danîye ser konserên wî, ji wê mêjûyê ve nikaribûye konseran bide. Di doznameya ku ji alîyê serdozgeriya Amedê ve hatîye amadekirin de axaftineke hatî guhdarîkirin a xwedêgiravî du endamên rêxistinê, Hüseyin Zorlu û Herdem Kizilkaya di navbera xwe de qala vê meselê dikin. Zorlu, di axaftina telefonî de qa$o weha dibêje:

''Ibrahim Tatlises, hevdîtinekê dixwaze. Ji bo rakirina qedexeyên li ser konserên xwe yên Almanyayê. Dibêje, muxatab kî ye, em dixwazin pê re biaxifin. Hinek pere amade kirine, dibêjin cezayê me çi be, em mîktarekî bidin. Ango, ji bo ti$teke weha amade ne.''

Zêdetir Bixwîne...

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum