Ji Lenovayê tabletên nû; IdeaPad û ThinkPad
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Ji Lenovayê tabletên nû; IdeaPad û ThinkPad
von Azadiyakurdistan am 16.09.2011 03:56
Wê di salên pêşiya me de pc yên tablet ji bo bikaranînên xwendin û temaşe kirin û kêfê ji notebookan zêdetir were bikaranîn.
Şîrketa Lenovo ji bo bikarhênerên kesane IdeaPad û bo yên dezgehî jî ThinkPad derxist bazarê.
Ev her du tabletên Lenovoyê bi sîstema Google Android 3.1'ê dixebitin û xwedî taybetmendiyên teknîkî ên xûrt in. Xwedî kamera, ram û areseteka pêşketî ne.
Piştî saleke ku serdema tablet pc'yan bi Ipadê destpêkir gellek merqeyên cûda pc'yên tablet derixstin û textê Ipadê di bazara pc'yên tablet de hêjandin
Wek tê zanîn kompîterên tablet rê li bikaranîna mobîl û rehet vedikin û xwendina pirtûk û rojname û malperan an jî temaşe kirina vîdeoyan rehettir dike ji ber ku wek pirtûkeke mirov dikare her cihê ku bixwaze bikarbîne...
(HAWAR NET / servîsa nûçeyên zanistê)
Silav û Rêz
Azad