Karayilan: Wir werden keine einseitige Schritte mehr durchführen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Karayilan: Wir werden keine einseitige Schritte mehr durchführen

von Azadiyakurdistan am 30.11.2011 15:37

Karayilan: Em êdî pêngavên yek alî navêjin



Der KCK-Vorsitzender Mûrad Karayilan sagte zu dem Thema Waffenstillstand: Egal was passiert muss es von beiden Seiten durchgeführt werden, wir werden keine einseitige Schritte mehr treten. (Auch die Türkei muss einen Waffenstillstand ankündigen, damit das auch KCK durchführt)

Qendîl: Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan bersiva îdîayên derbarê ragihandina agirbestê de û got; "Çi dibe, divê bi awayeke du alî bibe, nema êdî em pêngavên yek alî biavêjin." Karayilan derbarê îdîayên derbarê parêzerên Ocalan de jî bersivand û got; "Tê îdîakirin ku ev name û ferman hatine şandin. Niha li gel me 10 nameyên ku Rêber Apo wana bi destê xwe nivîsandine, hene, lê yek ji wan jî bi riya parêzeran negihiştiye destê me." Herwiha Karayilan behsa gotinên Talabanî û serdana Barzanî ya bo Tirkiyê jî kir.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrad Karayilan balê dikişîne ser girtina parêzerên Abdullah Ocalan ku di 22'ê mijdarê de pêk hat û diyar kir ku bi van girtinan hemû pir û riyên diyalogê hilweşiyane. Karayilan got; "Girtinên herî dawiyê li hemberî parêzerên Rêber Apo pêk hatin, tê wê wateyê ku hemû rê û pirên diyalogê hatine hilweşandin. Ji bo me, ger bi Rêbertiyê re diyalog çê nebe, ger Rêber Apo beşdarî pêvajoya dilayogan nebe, ev diyalog ne gengaz in. Dewleta Tirk vê baş dizane. Eşkere bûye ku dewleta Tirk bi pêşengiya AKP'ê biryareke nû werdigire. Biryardayînek pêk hatiye, ev biryardayîn jî ew e ku bê naskirina Tevgera Azadiya Kurdan û Kurdan çareseriyeke ya pirsgirêkê di deynin pêş. Ev pir xeter e, ev yek jî nîşan dide ku li holê feraseteke ciddî ya tunekirinê li holê ye.

Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin Rêbertî bi riya parêzêrên xwe rêxistinê bi rê ve dibe, şer organîze dike û fermanan dide. Rêberê me bi dehan caran diyar kir ku di nav van şert û mercên girtîgeha wekî Îmraliyê de nikare rêxistinê bi rê ve bibe û fermanê bide. Pergal û rêveberiyeke rêxistina me heye. Her wiha dibêjin ferman û nameyan ji rêxistinê re dişînin, niha li cem me bi dehan nameyên Rêbertiyê yên ku bi destê xwe nivîsandî heye. Lê ev name bi riya parêzeran negihiştin destê me. Nameyên ku gihiştin destê me ji hêla dewletê ve hatine şandin. Agahiya parêzeran jî van nameyan nîne. Di demên dawiyê de parêzeran zanîn ku ji bilî wan jî kanalên cuda hene, ger kanala navbeynkariyê bikin dewlet bi xwe navberkariyê kir û divê dozger biçe van bidarîzine, lê nakin, çima? Ji ber ku rewş cuda ye. Ev ne rewşeke hiqûqê nîne, rewşeke siyasî ye."

Karayilan, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku 12 sal in pêk tê û da zanîn ku bi salane ji hêla hikûmetê ve parêzer tên guhdarkirin. Karayilan, wiha got: "Heke ev parêzer sûc kiribe çima 12 sal in destûr hatiye dayîn. Dewlet her tiştî guhdar dike û qeyd dike, rojane dişîne Wezareta Edaletê. Ji ber vê jî teknîkeke pir bûha jî bikartîne. Sûcê ku bi salane dike niha dixwaze bixe stûyê kesên din. Parêznameyên Serokatiya me didin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û bi riya DMME'yê jî dîsa parêznameyê didin me. Dewlet bi xwe nameyên Serokatiyê me re şand."

Daxuyaniya Talabanî

Karayilan, gotinên Serokwezîrê Tirk, Erdogan yên "Ger PKK çekên xwe deyne, wê gelek pêşveçûnên baş pêk bên' û gotinên Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî yên 'Ji bo PKK çek berde min ew îqna kir" nirxand. Karayilan wiha axivî: "Pirsgirêka kurd, mijarek rojaneye. Her kes dikare fikra xwe bilêv bike. Pirsgirêk tuneye. Lê gotina Serokwezîr Erdogan ya 'Ger PKK çekên xwe deyne, wê gelek pêşveçûnên baş pêk bên' ev demeke ji me tê xwastin. Yanî dibêjin, 'Pêşiyê çek berdin, radest bibin, piştre em ê li gorî dilê xwe tiştekê bidin we.' Ti wateya vê yekê tuneye. Birêz Talabanî jî li gorî xwe hin tiştan dibêje. Ew jî gotina xwe girê dide hin şertan û wisa dibêje. Ez ji wî re tiştek nabêjim. Dikare bê nîqaşkirin. Çi çêbibe, êdî wê bi hev re bibe. Em êdî tu gavên yek alî navêjin. Vê yekê em zelalî dibêjin.

Piştî serdana Barzanî ya Tirkiyê dibe ku hinek tişt pêk hatiban, lê...

Di rojê dawî de hin gotinên 'Hevdîtin hene, wê çareserî pêk bê' di çapemeniyê de cih digirin. Ev şerê psîkolojîk e. AKP bi vî awayî hemû derfetên çareseriyê ji holê radike. Tenê rêyekê dihêle. Rêya berxwedanê. Li gel ku ev qas êrîş hene qala çareseriyê nayê kirin. Wekî mînak piştî serdana Birêz Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê dibe ku hin tişt pêk hatiban, lê Erdogan hem di hevdîtinên bi Birêz Barzanî re û hem jî piştî hevdîtinê gefên xwe rêz kirin. Di aliyê din de jî lez da operasyonan. Herî dawî êrîşê parêzerên Rêber Apo kirin. Her roj bi balafiran êrîşî Heremên Parastinê yên Medyayê dike. Ev hemû piştî hevditinê qewimîn. Erdogan di hevdîtinê de ji kurdan re got, 'Herin nîqaş bikin, bişêwirin. Ger PKK teslîm nebe, ez ê êrîş we hemûyan bikim' Wateya nêzîkatiya AKP ev e."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum