Kerkûkî pîrozbahî li Namzetên Serbixwe yên Kurd kir
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kerkûkî pîrozbahî li Namzetên Serbixwe yên Kurd kir
von Azadiyakurdistan am 13.06.2011 23:01
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, diyar kir, di parlamentoya nû ya Tirkiyeyê de, dê derfeta çareseriya pirsgirêka kurd, zêdetir bibe.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, îro di daxuyaniyek nivîskî de, encamên hilbijartinên 12 Hezîranê yên Tirkiyeyê nirxand.
Kerkûkî, pîrozbahî li gelê Tirkiye û namzedên serbixwe yên kurd kir û hilbijartin wek serkeftinek mezin bo gelê Tirkiyeyê nirxand.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê, daxuyand, gelên Tirkiyeyê, li hêviya wê ne ku bi vê parlamentoya nû, bibin xwediyê destûra bingehîn a sivîl û gavên demokratîkbûn û reformê bên avêtin.
Kemal Kerkûkî, cext li ser "pêshîvebûna demokratîk" kir û wiha axivî, "Ji ber vê, divê bi zihniyetek vekirî û demokratîk, encamên hilbijartinê bên nirxandin ku mercên pêkve jiyanê û astengiyên siyasî û yasayî yên li hember çareseriya pirsgirêka kurd li wî welatî hene, bên rakirin."
Kerkûkî, destnîshan kir, di parlamentoya nû ya Tirkiyeyê de, dê derfeta herî zêde bo çareseriya ashtiyane ya pirsgirêka kurd, derkeve holê.
sm (AKnews)
Silav û Rêz
Azad