Kurdische Parteien starten eine Kampagne in Nord-Kurdistan (Türkei)

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurdische Parteien starten eine Kampagne in Nord-Kurdistan (Türkei)

von Azadiyakurdistan am 29.03.2012 17:39



Kurdische Parteien und Organisationen haben eine Unterschriften-Kampagne gestartet um die Forderungen der Kurden in de türkischen Verfassung zu verankern. Folgene Parteien nehmen dran teil: KCD, BDP, TDŞK, HAK-PAR, KADEP und OSP. Die Parteien haben das Ziel 5 Millionen Unterschriften zu sammeln.Die 4 Forderungen sind: Politischer Status, Unterichten in Muttersprache, Recht auf Selbstverwaltung und Anerkennung.

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên kurd ên bakûrê Kurdistanê, BDP, HAK-PAR û KADEP'ê berî Newrozê bi daxuyaniyekî hevbeş diyar kirin ku wê kampanya ji bo 4 daxwazên serekî yên wekî, statûya siyasî, perwerdeya bi zimanê dayîkê, azadiya xwe birêxistinkirinê û nasnameyê bidin dest pê kirin. Parlamenterekî BDP'ê ji Rûdawê re diyar kir armanca wan ew e ku 5 milyon îmzeyan kom bikin.

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP), TDŞK û OSP'ê ji bo 4 daxwazên serekî yên gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, di Newrozê de dest bi kampanyayekê kirin. Daxwazên hevbeş ên hersê partiyên kurd jî evin; "Statûya siyasî, "Perwerdeya bi zimanê dayîkê, azadiya xwe birêxistinkirinê û nasname."

Armanca komkirina 5 milyon îmzeyiye

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurd derbarê wê kampanyayê de ji Rûdawê re got: "Ev kampanya berdewam dike û hedefa vê kampayayê jî 5 milyon îmze ye. Di Newrozê de hêjmarek zêde ya dengan hatiye komkirin. Ji ber ew îmze nehatine komkirin, em nizanin di Newrozê de çend îmze hatine komkirin. Tê plankirin ku hev kampanya dawiya meha nîsanê bi dawî bibe."

Adil Kurd diyar kir ku îmzeyên ku bên berhevkirin, wê bi awayekî fermî radestî parlamentoya Tirkiyê, serokwezîrtî û serokkomartiya Tirkiyê bikin.

BDP heta dawiyê wê li pey van daxwazan be

Parlamenterê BDP'ê diyar kir ku ev kampanyaya hemû rêxistin û partiyên Kurdane û wiah got: "Ev kampanya ne tenê ya BDP'ê ye, ya hemû rêxistin û partiyên Kurdan ên bakurê Kurdistanê ne. Ji ber ev 4 daxwazên Kurdan di encama konferanseke ku di nava hêzên siyasî de hatî saz kirin de hatine diyarkirin, pejirandin û BDP jî heta dawiyê li pey van daxwazane."

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurd derbarê beşdarbûna gel a ji bo kampanyayê jî got: "Ji xwe konserên di Newrozê de hatine sazkirin, li ser plankirina van 4 daxwazane bû. Di beşdariyên Newrozê de gel bi germahî nêzî van 4 daxwazan bû. Standên di Newrozê de hatine vekirin jî, heta dawiya şahiyan rêza mirovan a ji bo dayîna îmzeyan berdewam dikir. Em wisan dibînin ku emê hedefa 5 milyon îmzeyan derbas bikin."

Xebatên komkirina îmzeyan ên di çarçoveya 4 daxwazan de li Wanê dewam dike. Li standa ku li parka Feqiyê Teyran hatiye vekirin de heta niha zêdetirî 5 hezar îmze hatine berhevkirin. Welatiyên ku tevlî kampanyayê dibin eleqeyeke mezin nîşan didin. Standa îmzeyan li heman cihî dê hefteyekê vekirî bimîne.

Rûdaw

Der Staat verbietet die Kampagne

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 29.03.2012 17:42.

« zurück zum Forum