Kurdischer Militärischer Rat in Aleppo gegründet

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurdischer Militärischer Rat in Aleppo gegründet

von Azadiyakurdistan am 01.11.2012 19:17



Hewlêr (Rûdaw) – Meclîsa leşkerî ya kurdî li Heleb û derdora wê hat damezrandin. Hemû hêzên kurdî yên ku şerê rêjîma Esed dikin di vê meclîsê de kom dibin. Çalakvanekî kurd jî dibêje: "Ev pêngav wê rê li ber zêdegaviyên PYD û artêşa azad bigire."

Berdevkekî hêzên kurdî di vîdyoyekê de li ser malpera You Tube de ragihand ku ev pêngav "ji ber erkê niştimanî yê rûmetdar" hat avêtin û bi mebesta: "Komkirina hêzên kurdî yên çekdar li Heleb û derdora wê û ji bo bihêzkirina biratiya kurd û ereban."

Navbirî diyar kir ku hêzên kurdî yên çekdar û çend efserên kurd û tevahiya grûpên çekdar ku şerê Esed dikin, dê hewl bidin meclîsa leşkerî ya kurdî li Heleb û derdora wê damezrînin bi hemahengî li gel serkirdayetiya hevbeş a meclîsên leşkerî yên şoreşger li Sûriyê.

Navbirî wiha axivî: "Hêzên kurdî ji van hêzan pêk tên: Hêza Selahedînê Eyûbî li Efrînê, hêza Şehîdên Mekê li navçeya Ezaz, hêza Selahedînê Eyûbî li navçeya Bab, hêza Yûsiv Azma li devera Bab û Ezaz, hêza Kawayê hesinkar û hêza qertelên pêşmerge."

Herwiha da zanîn ku meclîsa leşkerî ya kurdî dê êrişî bingehên rêjîma Esed ên leşkerî û ewlekarî û şebîhe û alîgirên wî bike heta rûxandina Esed û avakirina Sûriyeke demokratîk û hevgirtî, "bi taybetî misogerkirina hebûna pêkhateya kurd û hemû pêkhateyên din di destûra Sûriya nû de li gor peymanên navneteweyî."

Berdevkê fermî yê Hevrêziya Hesekê ya Hevgirtî Mîral Biroreda ji Rûdawê re ragihand: "Pêngava damezrandina meclîsa leşkerî ya kurdî wê rê li ber her zêdegaviyeke herdu aliyên nakokiyê, yanî PYD û Artêşa Azad a Sûriyê bigire."

Biroreda wiha axivî: "Bêguman wek prensîb ev pêngaveke erênî ye. PYDê alîgiriya rêjîma Esed dike. Navçeya rojava ya Kurdistana Sûriyê di nav agir de ye. Lewma ger şer di wir de asê bimîne û belavî hemû Kurdistana Sûriyê nebe baştir e."

Navbirî axaftina xwe wiha qedand: "Avakirina meclîsa leşkerî ya kurdî li Helebê dostaniya kurd û ereban li Sûriyê xurtir dike, nemaze ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de. Herwiha ji bo kişandina rewatiyê ji aliyên ku li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê kar dikin. Her aliyek ku li dijî berjewendiya şoreşa Sûriyê kar bike, çi hêzên kurdî bin an hêzên îslamî yên tundrew bin, em ê wekî şoreşger bi tundî li hemberî wan derkevin. Şoreşa Sûriyê pirsa kurd û pirsa Sûriyê jî çareser dike."

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum