Kurdistan schickt 2000 Studenten ins Ausland

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurdistan schickt 2000 Studenten ins Ausland

von Azadiyakurdistan am 07.07.2011 17:59



Wezîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê Dilaver Elaedîn, diyar kir, di dewra sêyem a tuwanasaziyê de, dê 2 hezar xwendevan bo derve bên shandin.

Li gorî ajansa Kurdistan, Wezîrê Xwendina Bilind Dilaver Elaedîn diyar kir, di civîna lêjneya bilind a tuwanasaziyê, ku çend rojê berê, bi serokatiya Serokwezîr Berhem Salih, li dar ket de, biryar hat dayîn, di dewra sêyem a tuwanasaziyê de, 2 hezar xwendekar bo derve bên shandin.

Elaedîn, anî ziman, vê carê, dê hezar xwendekar li ser hesabê Wezareta Xwendina Bilind û hezarê din jî dê li ser hesabê wezaretên din bên shandin.
Wezîr Elaedîn, da zanîn, di bernameya tuwanasazî ya kes û karên shehîd û enfalkiriyan de, 5 xalên din hatiye zêdekirin, bo ku shansê wan zêdetir be.

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 07.07.2011 18:17.

« zurück zum Forum