Leyla Zana piştî 17 salan dîsa tê meclîsê! .
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Leyla Zana piştî 17 salan dîsa tê meclîsê! .
von Azadiyakurdistan am 17.03.2011 23:59
Parlamentera DEP'ê ya berê Leyla Zana ji bo di hilbijartina 12'ê hezîranê de bibe parlamenter û ji bo namzetiyê serî li Komîsyona Pi$tgiriyê ya Namzetiya Serbixwe ya BDP'ê da. Zana forma xwe ya serlêdanê bir teslîmî Rêxistina BDP'ê ya Amedê kir.
Zana di forma xwe ya serlêdanê de cih ku li ku derê bibe namzet nivîsa "Taxdîr a partiya min û gelê me ye" nivîsand. Hate zanîn ku Zana dê li bajarekî kotaya jinê wekî namzet bê nî$andan.
Jiyaneke bi têko$înê tijî
Leyla Zana yekemîn di sala 1991'an de di hilbijartinên gi$tî yên parlamenteriyê de di lîsteya SHP'ê li Amedê bû wekîl. Zana li Amedê ji 70 hezarî zêdetir deng girtin û di nav siyasetmedarên kurd de profîlekî bi wêrekî nî$an da. Zana di dema sond xwarinê de li meclîsê bi kurdî sond xwar û ev yek di siyaseta kurd de bû mîlad. Zana û hevalê wê ji SHP'ê îstafa kirin û DEP avakirin. Ji ber der heqê wê de gelek fezleke hatin dayîn û wekî hevalên wê yên din mafê wan ê destnedayînê hatin rakirin û di 2'yê Adara 1994'an de hatin binçakirin û pi$t re jî hatin girtin. Zana û hevalên wê bi hinceta "rêveberiya rêxistinê kirin" rastî cezayên giran ên girtîgehê hatin û pi$t 10 salan di girtîgehê da man di sala 2004'an de serbest hatin berdan. Zana dema ku di girtîgehê da Xelata Azadiya Raman a Sakharovê girt.
Pi$tî 17 salan riya Meclîsê vebû
Zana pi$tî ji girtîgehê derket bû ji ber qedexeya siyasetê heta niha serlêdana namzetiyê nekiribû. Heke serlêdana Zana bê qebûlkirin pi$tî 17 salan dê riya wê ya ji bo Meclîsê carek din bê vekirin.
NÛKURD
Silav û Rêz
Azad