Li başûrê Kurdistanê dê otomobîlên xwemalî bê çêkirin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Li başûrê Kurdistanê dê otomobîlên xwemalî bê çêkirin
von Azadiyakurdistan am 09.01.2011 14:10
Wezîrê Guhastinê yê Herêma Kurdistanê Enwer Cebelî ragihand ku sermayedarên kurd dê kargeheke çêkirina otomobîlan bînin Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Guhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Enwer Cebelî di daxuyaniyeke taybet de ji AKnewsê re got:
“Hindek sermayedarên Herêma Kurdistanê lêdixebitin ku kargeha çêkirina otomobîlan bînin Herêma Kurdistanê û otomobîlên xwemalî çê bikin. Hel û mercên Kurdistanê jî ji bo avakirina kargeha çêkirina otomobîlan guncan e û di pa$erojê de ev proje dê bê bicianîn.”
Cebelî got, “Wek hikûmeta herêmê em nikarin ji bo çêkirina otomobîlan kargeheke hukmî çêkin lê sermayedarên kurd dikarin bi vî karî rabin û dê bibe projeyeke serkeftî jî çimkî Herêma Kurdistanê di warê aborî de pir bilez pê$ ve diçe.”
Wezîrê Guhastinê da zanîn ku wek hikûmet ew nikarin ji bo vê projeyê budce terxan bikin çimkî têçûyeke gelek divê lê kerta taybet û sermayedarên kurd dikarin karên bi vî rengî bikin.
hawarnet
Silav û Rêz
Azad