Li Herêma Kurdistanê teqîn, 2 polîs birîndar bûn
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Li Herêma Kurdistanê teqîn, 2 polîs birîndar bûn
von Azadiyakurdistan am 29.09.2010 15:25
- Sibehiya îro di encama teqîneke xwekujî de li devera Pi$der a Silêmanî, 2 karmendên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku $eva derbasbûyî ji hêla welatiyan ve polîs hatin haydar kirin ku terorîstek di hewla xwe teqandinê de ye, lewma polîs ketin hewlê û demjimrê 6’ê sibehiya îro karîn pê$iya wî bigrin, lê kesê xwekuj teqe li polîsan kir û 2 kes birîndar bûn, di dawiyê de jî xwe teqand.
Di vî warî de Rêveberê Asayî$a Silêmanî Qadir Hemecan di civînek çapemeniyê de wiha got, “Sibehiya îro terorîstekî ser bi grûba Ensar el-Îslam ya ser bi rêxistina el-Qaîde hewl da ku xwe di nav rêza pê$mergeyan de biteqîne, lê di karê xwe de ser neket”.
Hemecan destnî$an kir ku heya niha zanyarî derbarê nasnameya wî terorîstî bi temamî a$kera nebûne.
Tê gotin ku ew xwekuj bi riya Îranê ve daketiye hundir Herêma Kurdistanê.
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad