Mesûd Barzanî dilê şerxwazên tirk rehet nekir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî dilê şerxwazên tirk rehet nekir

von Azadiyakurdistan am 05.06.2010 16:18



— Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê sefera xwe ya Tirkiyeyê de dilê hinek $erxwazên tirk ko dixwazin kurdên ba$ûr bi xwe jî tevlî $erê li dijî gerîlayên PKK-ê bibin rehet nekir û got ”em ne terefdarên $idetê ne”.

Di preskonferansa Mesûd Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutogluyî de rojnamevanekî pirsa ”têko$îna li hemberî PKK-ê ya bi hevkariya Tirkiyeyê” kir û Mesûd Barzanî bêyî ko navê ti aliyan bide got:

— Em ne terefdarên 4idetê ne. Em ewlekariya Tirkiyeyê ji ewlekariya xwe cida nabînin. Em hemî mihaweleyên ko ji destê me têt dikin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji berê de hertim dibêje ko desthilata Kurdistanê nabe teref di $erekê çekdarî yê PKK-ê û Tirkiyeyê de û dibêje kurd amade ne ko di çareseriyeka a$tiyane de arîkariya Tirkiyeyê bikin û tewsiyeyên ba$ li berpirsên PKK-ê bikin.

Medyaya tirkî îdia dike ko Mesûd Barzanî di hevdîtina digel serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de behsa hevkariyekê li hemberî PKK-ê kiriye û îma dike ko mebesta Mesûd Barzanî hevkariyeka eskerî ye.

Lê belê yên ko Mesûd Barzanî nas dikin dizanin ko ew rê nade $erekê nêvxweyî di nêv grupên cida yên kurdan de vêca çi li ba$ûrê Kurdistanê be û çi jî digel hêzên bakurê Kurdistanê be.

Jixwe pirsa PKK-ê pirseka bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye û ji kurdan zêdetir pirseka tirkan bi xwe ye ji ber hinek hêzên eskerî yên tirkan bi xwe berjewendiya xwe di hebûna PKK-ya çekdar de dibînin.

Vêca heger Tirkiye nêvbera xwe û kurdên bakur xwe$ bike û ji PKK-ya li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê re jî çareseriyekê bibîne hingê kurdên baÅŸûr jî ji bo qanekirina PKK-ya li Qendîlê dikarin bi metodên a4tiyane bêyî $erekê çekdarî arîkariya Tirkiyeyê bikin.

Desthilata ba$ûrê Kurdistanê dixwaze têkiliyên xwe digel Tirkiyeyê di warê aborî û siyasî de pê$de bibe lê belê ti caran li opsiyona $erekê çekdarî li dijî PKK-ê nafikire.

Çavkanî

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum