Mesûd Barzanî´: Es gibt einen Plan gegen PDK und Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî´: Es gibt einen Plan gegen PDK und Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 06.12.2011 17:18



Avestakurd
- Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî derbarê bûyerên vê dawiyê yên herêma Behdînan nameyekê pêşkêşî endam, rêxistinên girseyî û demokratên PDK'ê kir.

Barzanî ew name li ser rûpelê xwe yê taybet yê malpera civakî Facebookê belav kir. Barzanî di despêka nameya xwe de balê dikişîne ser hebûna planek li ser Kurdistan û PDK'ê û wiha dibêje: "Li ser Kurdistanê planên mezin hene, dijminên me dizanin ji bo serkeftina planên xwe, pêwîste despêkê li PDK'ê bixin."

Serokê PDK'ê di wê nameya xwe de dibêje: "Kurdistan bi wê yekê hatiye naskirin û cihê rêzdariyên cihana azad e. Ferhenga bi hev re jiyankirina netewe, ol û mezheban di pratîkê de diyarkiriye. Hinek kesên ne fêma ketine li pey vê planê û dixwazin vê ferhengê nehêlin. Pêwîste hûn hemû hişyar bin, PDK, Kurdistan û destkeftiyên xwe biparêzin ku bi xwînê hatine bidestxistin."

Barzanî di berdewama nameya xwe de dibêje: "Ez bi temamî ligel wê yekême ku pêwîste kevneşopiyên resen ên gelê xwe biparêzin. Meseleya exlaqê bilind ê Kurdan timî bê parastin, lê ev bi terbiye û şîretan çêdibe, ne bi şewitandin, gef û têkdana rewşa ewlekariyê."

Barzanî behsa wê yekê jî kir ku wê bikerên ku ew bûyer lidarxistin derxin holê; "Bi hêviya xweda û dilsozan, wê ew plan li ser plangêran de bişkê û bi ti awayî rê nadin ku aloziyê bênin vî welatî. Lijneya lêkolînê dest bi karên xwe kiriye û wê hemû rastî derbikevin holê. Emê bi vekirî belav bikin û li ber ronahiya wan encaman, lêpirsîna yasayî li beramberî her kes yan jî aliyê derket holê ku tawanbare bê kirin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum