Mesrûr Barzanî: Ich möchte den Platz meines Vaters als Präsident durch Wahlen übernehmen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesrûr Barzanî: Ich möchte den Platz meines Vaters als Präsident durch Wahlen übernehmen

von Azadiyakurdistan am 21.06.2011 16:21



Hewlêr: Serokê Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da ragehand ku dixwaze di pêsherojê de cihê bavê xwe bigre wek serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê, lê belê qet xwe ferz nake.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The National a Îmaratî ku bi zimanê Ingilîzî tê çapkirin Mesrûr Barzanî, derbarê meseleya serokatiya Herêma Kurdistanê de got: ‘’Xweziyên min jî hene û her demekê bikaribim kar bo xelkê xwe dikim, lê ger gel bixwaze wî karî dikim û qet jî xwe ferz nakim.’’

Barzanî ku temenê wî 42 sal e û zanîngeha Amerîkî li Washingtonê qedandiye, dibêje Kurd xewnê bi wê yekê dibînin rojekê dewleta wan a serbixwe hebe. Di vê derbarê dee Barzanî wiha diaxife: ‘’Ger ji te re bêjim dikarî Kurdekî bibînî ku xewnê bi dewleteke serbixwe ve nabîne, rastiyê ji te re nabêjim û bi baweriya min wek hemû neteweyekî din mafê Kurd e dewleteke wan a serbixwe hebe. Li cîhanê zêdeyî 40 milyon Kurd heye, çima welatekî wan nebe?.’’

Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Divê nerîna xelkê bê guhertin ku Kurd jî wek wan in. En naxwazin di ser wan re bin, lê di heman demê de em naxwazin kêmî hîç neteweyekî din jî bin.’’ Derbarê dewleteke serbixwe ya Kurd de jî Barzanî got: ‘’Ger em ligel cîranên xwe ji hev fam nekin ew dewlet serkeftî nabe. Divê peywendiyeke me ya hevseng ligel welatên cîran hebe, lê belê ligel wêna jî divê em xwe pêsh bixin û jiyaneke xwesh bijîn.’’

Barzanî, herwiha da zanîn ku ger niha biryara serxwebûnê bê dayîn, karekî xelet e û wiha pêde çû: ‘’Wek mînak ger sibe em serbixwebûnê rabighînin û pishtre kes nexwaze ligel me bide û bistîne, gelo evna tishtekî bash dibe?.’’ Di dawî de jî Barzanî dibêje cîhan niha ji bo Kurdistaneke serbixwe ne amade ye û axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Bi baweriya min me beshê xwe kiriye û niha dora civaka navdewletî ye ku bersiva wîjdanê xwe bide û bêjin bash e, dibe ku em xelet bin û Kurd hêjayê zêdetir bin.’’

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum