Microsoft fügt Kurdische Sprache zu Windows 8!!!
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Microsoft fügt Kurdische Sprache zu Windows 8!!!
von Azadiyakurdistan am 22.02.2012 17:13
Hewlêr (Rûdaw) - Şîrket û malpera Microsoftê, bi navê Windows 8 sîstemeke din a komputerê ragihand ku wê di nava çend mehan de bikeve bazarê. Di sîstema nû ya Windows 8 de 109 ziman hene û 14 ziman ku di nav de kurdî jî heye lê hatine zêdekirin.
Di raporekê malpera Window 8 Beta de hate diyarkirin ku, sîstema Windows 7 bi 95 zimanan bû û di sîstema nû de ji bilî wan 95 zimanan cih dane 14 zimanên din û hêjmara zimanan derxistine 109'an.
Ev 14 zimanên ku di sîstema nû ya Windows 8'ê de hatine zêdekirin ev in: Kurdî (Iraq), Pencabî (Pakistan), Sîndî (Pakistan), Uygur (Komara Çînê), Belarûsî (Rûsya Spî), Raûndî, Etiyopî, Tacîkî, Ûluf (Senegal), Kîçî (Guatamala), Gaylkî (Skotland), Çîrokî (DYA) û Valensiyanî (Spanya).
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad