Murat Karayilan: Wir sind gegen einen unabhängigen kurdischen Staat

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Murat Karayilan: Wir sind gegen einen unabhängigen kurdischen Staat

von Azadiyakurdistan am 27.04.2013 15:01



Der Vorsitzender der Union der Gesellschaften Kurdistans (KCK) Murat Karayilan gab bekannt, dass der Türkische Geheimdienst (MIT) eine Gruppe von KCK nach Oslo gebracht hat. Karayilan sagte weiter, dass sie gegen einen unabhängigen kurdischen Staat sind.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrad Karayilan diyar kir ku Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) ew birin Osloyê. Karayilan diyar kir ku li Iraqê li dijî serxwebûna dewleta kurdî ne.

Mûrad Karayilan ji nivîskara rojnameya Milliyet a Tirkiyê Aslı Ayıntaşbaş re axivî. Karayilan derbarê vekişîna gerîllayan ji nava xaka Tirkiye û bakûrê Kurdistanê wiha got: "Qasî têdigihim Rêbertî (Abdullah Ocalan-Rûdaw) dixwaze hinekê zû biqede. Lê di warê teknîkî de zehmet e. Ezê vê bi hevalan re baxivim. Me hê mijar ligel hemû hevalên li meydanê ne axiviye. Emê hê di warê teknîkî de mijarê ligel rêveberî û beşan baxivin."

Mûrad Karayilan diyar kir ku divê şandeke ji wan biçe Qendîlê û wiha got: "Divê em rasterast ligel Rêber Apo bikevin nava peywendiyan. Name şandin têrê nakin. Telefon jî çênabe. Şandek dikare biçe. Dikare veşartî jî biçe. Em bê şert û merce paşde vedigerin, lê ji bo pêvajo berdewam bike, ev şert in."

Serokê Konseya Rêveber a KCKê diyar kir ku di rêveberiya wan de ti kesê li dijî pêvajoyê rawestîn nîne û wiha got: "Hinek daxwazên me çêbûn. Lê Rêbertiyê di nameya dawiyê de li ser pêşniyaran got, 'Emê piştre derbêxin. Êdî em nexin zorê.' Nêrîna me jî ne zêde berevajî bû. Di rêveberiya me de kesên pêvajoyê ne pejirînin tune ne. Bi rastî nîne. Ligel me ev çand heye. Em guftûgo dikin, lê em piştre biryarê îtiraz nakin."

Karayilan di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Dema min a erkê dirêj kir. Ez dixwazim bê guhertin, ji ber wekî partiyên çep ên klasîk bi salan li cihekê man ne raste, divê bê guhertin. Bila pirsgirêk çareser bibe, çawa be wê ji me re kar bê dîtin. Ligel me hêrsa kariyeriyê nîne... Erkê me xizmete û emê li ser vê yekê berdewam bin."

Li ser terorkirina sê çalakvanên jin ên li Parîsê (09.01.2013-Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) jî Karayilan wiha got: "Hêzên dixwazin pêvajoyê sabote bikin hene. Bûyera Parîsê çiye? Sakîne (Sakîne Cansiz) hem yek ji jinên damezirîner ên PKKê bû û hem jî di nava me de ya herî zêde aştî hildigirt bû. Wê hatiba vir. Ocalan jî ji şanda çûyî bihîst. Hûn dizanin, 3 dergehên avahiya di nav de hatine kuştin hebû. Ger Tirkiyê kiriban, wê ji mêj de eşkere kiriban."

Mûrad Karayilan diyar kir ku Ewrûpa pirsa kurd bikartîne û got: "Çavkaniya vê siyasetê Ewrûpa ye. Çareseriya vê pirsê, çareseriyekî bingehîn e. Ger ev pirs bê çareserkirin, kartek bi navê kurd namîne. Vê yekê naxwazin. Herwiha li herêmê hêzên dilgiran hene. Hinek caran alî diguherînin. Amerîka bi awayekî pragmatîst tevdigere. Lê Ewrûpa bi hêsanî nayê guhertin. Amerîka di vê pêvajoya dawiyê de neketin peywendiyan. Lê hinek organên wan piştgirî dan..." 

Mûrad Karayilan derbarê damezirandina dewletekî kurdî li Iraqê jî wiha got: "Em li dijî wê yekê ne Kurdistana Iraqê bibe dewletekî serbixwe. Em deng nakin, lê piştgiriyê nadinê. Ji ber em li dijî netewe-dewletê ne. Ger dewleta kurdî hebe jî, netewe-dewlet şaşe. Rêkûpêkiyek sînor nebe, giring e."

Karayilan derbarê BDPê de jî wiha got: "Niyeta wan başe, lê azadiya wan lewaze û amator in. Lê bi giştî li xweşa min diçe."

Mûrad Karayilan diyar kir ku 7 sale telefonê bikarnayne û wiha got: "Berî niha 3 telefonên min hebûn, lê ev 7 sale bikarnaynim. Li ser telefonê me agehdariya sûîqestekê bihîst, ji wê demê ve min dest jê berda. Em li cihê telefonê bêtêlê bikartînin..."

Zêdetir...

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 27.04.2013 15:03.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Murat Karayilan: Wir sind gegen einen unabhängigen kurdischen Staat

von Azadiyakurdistan am 27.04.2013 15:14

Na hoffentlich wird Murat Karayilan kein Hinderniss vor Unabhängigkeit Kurdistans ob in Süd-Kurdistan oder in den anderen Teilen.
Denn die Kurden haben das Recht auf einen eigenen unabhängigen Staat durch das Selbstbestimmungsrecht. Wie Ismaîl Beşikcî, schon sagte. Verlangt das von den Palästinensern. Die werden euch bei so einer Aussage auslachen!! Mit so einer Ideologie werden sie viele Sympathisanten verlieren. Denn die Kurden, zumindest die meisten sind für einen unabhängigen Staat.
Hätten die tausenden Şehîds, die damals für ein unabhängigenes Kurdistan ihr Leben gegeben haben, gewusst dass das Ziel heute umgekehrt als damals sein wird, hätten die bestimmt nicht ihr Leben für sowas gegeben.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 27.04.2013 15:15.

« zurück zum Forum