NBC-News: USA-Militärschlag gegen Syrien am Donnerstag

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

NBC-News: USA-Militärschlag gegen Syrien am Donnerstag

von Azadiyakurdistan am 28.08.2013 00:17



Der US-Amerikanischer Sender NBC News berichtet, dass es ein Militärschlag gegen Syrien am Donnerstag geben wird. Dieser US-Angriff wird 3 Tage andauern.
Und Russland bringt die russischen Bürger in Syrien ausserhalb des Landes. 

Hewlêr (Rûdaw) – Televîzyona Amerîkî ya bi navê NBC News ragihand, mudaxeleya serbazî ya Amerîka li dijî Sûriyê dê "3 rojan" bidome û da zanîn, dibe ku mudaxeleya han "roja pêncşemê" dest pê bike. Rûsya jî welatiyên rûs û yên welatên sovyeta berê ji Sûriyê derxist.

Televîzyona NBC News ji zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîka ragihand, mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê dê bi mûşekan bê kirin û dê herî zû roja pênceşmê (29.08.2013) dest pê bike.

Li gorî nûçeyê, mudaxeleya serbazî ya Amerîka li dijî Sûriyê dê 3 rojan bidome û dê bi vê yekê peyamekê bide rêjîma Beşar Esed.

Li gorî ajansa Reutersê jî, mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê ku bi hêceta ku çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl bikar aniye, dê di nav çend rojên bê de pêk were û dê hinek cihên taybet bên jinavbirin.

Di demekî de dema mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê tê ragihandin ku wezîrê derve yê Sûriyê Welî Muelim îro ragihand ku yên ku dibêjin Sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye ji hêcetan digerin bo ku li dijî wî welatî mudaxeleya serbazî pêk bînin.

Muelim diyar kir ku bo parastina xwe dê ji hemû şêwazan sûd werbigirin.

Ji aliyekî din, serokomarê Fransa Fransçois Hollande îro (27.08.2013) derheqê mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê de ragihand, Fransa amade ye hikûmeta ku li dijî sivîlên bêguneh gaza kîmyayî bikar tîne, ceza bike.

Hollande her wiha diyar kir ku Fransa dê alîkariyên xwe yên serbazî bo opozîsyona Sûriyê jî zêde bike.

Piştî gurrbûna îhtimala mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê, berdevka wezareta rewaşên awarte ya Rûsya Îrîna Rossius ragihand, balafirê ku 20 tom alîkariyên mirovî biribû bajarê Lazqiye yê Sûriyê di vegerê de 89 welatiyên rûs ji Sûriyê anîbû Rûsya.

Rûsya her wiha meha Hezîranê jî hinek welatiyên welatên soyveta berê ji Sûriyê derxistibû.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum