Nêçîrvan Barzanî: Ankara muss jetzt einen Schritt nach vorne treten um die Lage in Nord-Kurdistan zu beruhigen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Nêçîrvan Barzanî: Ankara muss jetzt einen Schritt nach vorne treten um die Lage in Nord-Kurdistan zu beruhigen

von Azadiyakurdistan am 01.07.2011 17:02



Hewlêr: Li ser pirsa rojnamevanê Tirk Hasan Cemal ka gelo li Tirkiyê ‘’Hêviya aştiyê heye?’’ Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje ji bo ashtiyê derfeteke zêrîn heye, wergirtina dengan a ji sedî 50-î ya Erdogan bibîr dixe û hinek pêshniyaran dike.

Nêçîrvan Barzanî, diyar dike ku tishtên Erdogan derbarê pirsa Kurd de kirine nayên înkar kirin lê belê dîsan jî gelek karên ku bên kirin hene û lê zêde dike: ‘’Divê dewlet ‘yek serî’ tevbigere, êdî pêwiste rastiya PKKê bibîne!.’’

Rojnamevanê Tirk Hasan Cemal di nivîsara xwe ya îro de (Milliyet, 30.06.2011) cîh dide hevdîtineke xwe ya ligel Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ku 28ê Hezîranê pê re kiriye.

Li ser pirsa gelo hêviya aştiyê heye? Nêçîrvan Barzanî dibêje: ‘’Ji bo ashtiyê derfeteke zêrîn heye’’ û wê derfeta zêrîn jî wiha rave dike: ‘’Ji ber Tayyîp Erdogan ji sedî 50 deng anîn û bi serkeftinê ji hilbijartinan derket…BDP jî gelekî serkeftî ye… Mirov 36 parlamenteran bo Meclîsê hilbijêre ma karekî asan e?.. Divê BDP jî ji encaman kêfxwesh bibe… Herwiha ji bîr nekin, heta îro dewlet jî gelekî bi Ocalan re axifiye.’’

Bi baweriya Nêçîrvan Barzanî, ji bo ashtiyê evna hemû bingehekî baş çêdikin û bi dersên ku ji vebûna yekemîn jî bên wergirtin, dikare ber bi ashtiyeke nû ve pêngav bên avêtin.

Çavdêriyên ku Hasan Cemal ji Nêçîrvan Barzanî wergirtine bi kurtî wan wiha rêz dike:

1- Êdî Enqere ‘rastiya PKKê’ bibîne, vê rastiyê qebûl bike û plana ashtiyê dabirêje…

2- Li Enqerê dewlet ne zêde, îro êdî ‘yek serî’ tevbigere…

3- Û rastiya lîderê bingehîn ê PKKê ku niha li Îmralî di girtîgehê de ye kêliyekê jî ji ber çav neyê avêtin…

4- Li gor girîngiya mezin a di vekirina deriyê ashtiyê de liberçavgirtina ‘mercên Îmralî’ yên Ocalan, pêngavên demkurt bên avêtin, darishtina demeke navîn û direj…

5- Bê guman rewsha Hatîp Dîcle, parlamenterên serbixwe yên ji doza KCKê girtîne û bi gishtî di warê girtiyên KCKê de encamdana hinek ‘pêshketinên pozîtîf’…

6- Derbarê Kampa Mexmûr de ku nêzîka 10 hezar kes lê dijîn ‘pêshandana nêteke bash’…

7- Bê guman fikirîna hinek pêngavên di nav demê de ‘tevlîheviya bêbaweriya’’ ku di navbera Enqere û PKKê de heye ji holê rake…

Hasan Cemal herwiha di wê hevdîtinê de ji Nêçîrvan Barzanî dipirse: ‘’Niha top li kîjan alî ye?’’ Barzanî jî yekser wiha bersiv dide: ‘’Niha top li aliyê Enqerê ye’. Di warê ashtiyê de ji bo ev firseta zêrîn bê bikar anîn wek destpêk hemleya yekem dive ji Enqerê were.’’

Barzanî, axaftinê tîne ser Erdogan û dibêje: ‘’Evna nayê înkar kirin. Serokwezîr Erdogan derbarê pirsa Kurd de gelek karên girîng kirin. Rîskên mezin ên siyasî dan berçav û kir. Evna nayên ji bîr kirin. Lê xelas nebû, ji bo ashtiyê hê gelek kar maye ku bê kirin.’’

Hasan Cemal li Qendîlê ligel Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilanî axivî û hevdîtina xwe ya pê re di rêzenivîsarên xwe de belav dike. Li gor Murat Karayilan, dewleta Tirkiyê û rêberê PKKê her tishta ku divê bê axaftin axifîne û Abdullah Ocalan bi protokolên cuda nerîna xwe ji dewletê re gotiye û niha ew li hêviya bersiva dewletê ne.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Nêçîrvan Barzanî: Ankara muss jetzt einen Schritt nach vorne treten um die Lage in Nord-Kurdistan zu beruhigen

von Azadiyakurdistan am 03.07.2011 21:58

Nêçîrvan Barzanî: Ankara muss jetzt einen Schritt nach vorne treten um die Lage in Nord-Kurdistan zu beruhigen, PKK nahe Medien haben darüber nichts berichtet.

Pirsa Kurd li Tirkiyê di rojevê de ye. Hevpeyvîna rojnamevan û nivîskarê Milliyetê Hasan Cemal ligel cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê deng veda.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe de li ser çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê gotibû divê "realîteya PKK were qebûlkirin û top êdî li Enqerê ye..."

Ev gotinên Barzanî bi kêfxseshî ji aliyê Kurdên bakur ve hate pêshwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe de diyar dike ku Erdogan gavên bash ji bo çareserkirina pirsa Kurd avêtin, lê belê ew gav ne bes in û hîn gelek tishtên werin kirin hene.

Hevpeyvîna rojnamevanê navdar Hasan Cemal ligel Nêçîrvan Barzanî rojeva medyaya Tirk tevlîhev kir. Her wiha di medyaya kurdî de jî dengekî bash veda.

Cîgirê serokê PDK û serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê hevpeyvîna xwe de nexsheriya çareserkirina pirsa kurdî vekirî tîne ziman.

Lê balkêsh e, medyaya nêzîkî PKK û ya yekser ser bi PKK ve, weke ku qet tishtek nebûbe, bêdeng ma. Her çiqasî hevpeyvîna ligel Barzanî PKK ji nêzîk ve eleqedar dike jî, yek gotin di derbarê wê hevpeyvînê de neweshandin. Neweshandina wê hevpeyvînê ku li Tirkiyê bû bûyer û di rojevê de cih girt, tenê amatoriya karê wê medyayê nîshan dide.


AvestaKurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 03.07.2011 21:59.

« zurück zum Forum