Osman Baydemir´s Rede an die kurdischen Politiker der AKP Partei

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Osman Baydemir´s Rede an die kurdischen Politiker der AKP Partei

von Azadiyakurdistan am 07.06.2012 22:21



Osman Baydemir hat die Verhaftungen von BDP Politikern und Bürgermeistern scharf kritisiert und sagte: "Mit Verhaftungen und Tötungen wird die kurdische Frage nicht beendet." Baydemir rufte die Kurden bei der AKP auf und sagte: "Wenn sie gegen diese Operationen nichts tun ist es eine Sünde sie zu begrüßen."

Hewlêr, 7 Hezîran (AKnews) – Şaredarê Diyarbekirê, Osman Baydemîr, li hember girtina şaredar û endamên BDP bi tundî nerazîbûn nîşan da û wiha got, "Bi girtin û kuştinê ev doz bi dawî nayê." Baydemîr, bangî parlamenterên kurd yên AKP kir û got, heke ew li dijî van operasyonan dernekevin silava wan heram e.

Osman Baydemîr, îro li ber avahiya BDP ya Diyarbekirê, daxuyaniyek da û bi tundî li hember girtina şaredarên Wanê û navçeyên wê, ku îro hatibûn girtin, nerazîbûn nîşan da.

Baydemîr, di daxuyaniyê de, ku li ser malpera wî ya Facbookê jî hatiye weşandin, diyar kir, bi girtin û kuştinê doza azadiya kurdî bi dawî nayê wiha anî ziman, "Berdêla wê çi dibe bila bibe em dest ji vê dozê bernadin. Kê jî berde ew xayîn e."

Şaredarê Diyarbekirê, desnîşan kir, êdî tu kes siyaset û gotinên hikûmetê bawer nake û wiha axivî, "Înşala wek hikûmetên din, zilma we jî dê serê we bixwe û hûnê jî nav zilma xwe de bifetisin."

Osman Baydemîr, wiha pêde çû, "Divê birêz serokwezîr û hikûmeta wî baş bizanin ku dema nûnerên xelkê Kurdistanê, ku bi dengên wan hatine hilbijartin, tên girtin wê çaxê rewabûna nûnerên AKP jî namîne. Heke em nekarin li vir siyaset bikin wê demê tu jî li vir nerewa yî."

Baydemîr, bangî parlamenterên kurd yên AKP jî kir û got, heke hûn li dijî van operasyon û girtinên nûnerên kurd dernekevin, silava ji me heram be.

sm AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum