Partei Azadî tretet aus dem Hohen Kurdischen Rat (DBK) aus

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Partei Azadî tretet aus dem Hohen Kurdischen Rat (DBK) aus

von Azadiyakurdistan am 28.02.2013 01:09



Die Partei Azadî (Freiheit) hat bekannt gegeben, dass sie aus dem Hohen Kurdischen Rat austreten. Der Grund für den Austritt sei die Festnahme der Azadî-Mitglieder von Seiten der kurdischen Partei PYD bzw. YPG.

Cîgirê sekreterê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê li ser biryara partiya xwe ku ji DBK vekişyane ragihand ku, Partiya wan wek protesto li hemberî girtina PYD'ê ji hevalên wan re ev biryar standine.

Beşar Emîn bi daxuyaniyekê ji malpera Welatî berdewam kir û got: Desteya Bilind a Kurd nûnertiya me nake ji ber ku biryar û kiryarên wê ne li gor dîtin û armancên partiya mene û bendên rêkeftina Hewlêrê binpê dike.

Her weha li ser egera vekişîna Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ji DBK'ê, cîgirê sekreterê Partiya Azadî got: Sedema sereke ji ber girtina hevalê me yê di serkirdayetiyê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê di roja 7/2/2013'an û li hember bêdengiya Desteya Bilind a Kurdiye li hemberî van kiryarane.

Her weha li ser pirsa wê helwesta Yekîtiya Siyasî ya Demokrat ji biryara vekişandina wan çibe, Emîn got: Em qebûl nakin Siûd Mele yan Îsmaîl Heme nûnertiya me bike ku hevalên mene di yekîtiya siyasî de û endamên Desteya Bilind a Kurdî ne.

Her weha Beşar Emîn aşkira kir ku ewê van babetan di civîna ku biryare di demek nêzîk de li Hewlêrê encam bide bi serokayetiya Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin û bighên encamekê, eger ew yek jî bê encam ma ewê helwesta xwe nîşan bidin. 

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum