PJAK 4 fermandeyên Îranê kuştine
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
PJAK 4 fermandeyên Îranê kuştine
von Azadiyakurdistan am 08.06.2010 02:08
Avestakurd - Di pevçûna navbera gerîlayên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) û Sipaha Pasdaran ya Komara Îslamî ya Îranê de li devera Pîran$arê 4 fermandeyên pilebilind yên sipahê hatine ku$tin.
Li gorî malpera “renesans.info”, ajanseke nûçegîhanî ya nêzîkî Komara Îslamî belav kiriye ku li sinorê bajarê Pîran$arê pevçûnek di navbera Hêzên Sipaha Pasdaran û gerîlayên PJAK’ê de rû daye.
Çavkaniya han wiha berdewam kiriye, “Di vê pevçûnê de fermandeyê le$kerên ser sinor yên Pîran$arê bi navê Sertîp Feramerz Hisênzade hatiye ku$tin, her wiha di vê pevçûnê de 3 fermandeyên din yên Sipaha Pasdaran bi navên Newroz Hesenpûr, Îbrahîm Mehmûdî û Resûl Rezmara hatine ku$tin”.
Li gorî heman çavkaniyê, ev pasdarane ketine telika mîne ya PJAK’ê û canê xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye ku ev heyama çend rojan e topxaneyên Artê$a Îranê bi rijdî deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê bi behaneya hebûna çekdarên Partioya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) topbaran dikin û heya niha welatiyek hatiye ku$tin û 2’ê din jî birîndar bûne.
$akir Molayî
Silav û Rêz
Azad