PKK verlängert einseitigen Waffenstillstand

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

PKK verlängert einseitigen Waffenstillstand

von Azadiyakurdistan am 09.04.2011 14:42



Um die kurdische Frage zu lösen und die Chance dafür weiter zu gewähren hat PKK den einseitigen Waffenstillstand verlängert.

Der Waffenstillstand wird bis zum 15.06.2011 verlängert.


Berpirsê Ragehandina Hêzên Parastina Gel (HPG) Dozdar Hemo ragehand ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi mebesta çarserkrina pirsa Kurd bi gotûbêj û rêyên a$tiyane agirbesta yekalî heta 15ê Hezîrana îsal dirêj kiriye.

Derbarê dirêjkirina agirbestê de Dozdar Hemo bo Rûdawê axifî û got: ‘’PKKê doh (08.04.2011) bi mebesta çerserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve agirbesta xwe ya yekalî heta 15.06.2011ê dirêj kir. Pi$tî heyvekê $ikandina agirbestê dîsan wek agahdarkirina Tirkiyê bo çarserkirina pirsa Kurd bi awayekî a$tiyane me agirbest dirêj kir.’’

PKKê ji asal rabirdû ve 8 mehan agirbesta yekalî ragehand û heta destpêka meha borî berdewam bû. Mebesta agirbestê jî çarserkirina pirsa Kurd bû li Tirkiyê bi rêyên a$tiyane û gotûbêjan.

Dozdar Hemo wiha axifî: ‘’Di dema agirbesta yekalî ya PKKê de em tu çalakiyan nakin, lê ger hêzên çekdar ên Tirkiyê opoerasyonan bikin emê jî berevaniyê li xwe bikin. Evna jî mafê me ye dema êrî$ werin ser me em xwe biparêzin. Ji bo em mafê Kurd bidest bixin em dixwazin pirsa Kurd bi gotûbêj û rêyên a$tiyane were çarserkirin. Lê belê ger hikûmeta Tirkiyê bi gotûbêjê ew pirs çarser nekir, wê demê mafê me ye bo serkeftina gelê Kurd çalakiyan bikin û ji bo serkeftinê têbiko$in.’’

Dozdar Hemo axaftina xwe wiha bi dawî anî: ‘’Baweriya me ew e di pêşerojê de Tirkiye bighe qenaetekê ku bi gotûbêjê pirsa Kurd çarser bike û mafê Kurd bide, loma me agirbest dirêj kir.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum