Pêşmerge-Kräfte schießen eine irakische Militär-Drohne ab

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Pêşmerge-Kräfte schießen eine irakische Militär-Drohne ab

von Azadiyakurdistan am 19.12.2012 15:05



Die kurdischen Pêşmergekräfte in Kerkûk haben einen Flieger des irakischen Militärs abgeschossen, der Zweck Spionage in die Region geschickt wurde.

Eine Quelle aus der Pêşmerge-Einheiten die um Kerkûk stationiert sind berichtete zu Rûdaw, dass die kurdischen Kräfte einen unbemannten Flieger (Drohne) des irakischen Militärs abgeschossen haben. Die Drohne wurde zur Spionage der Stellungen der Pêşmerge-Einheiten geschickt.

Azadiya Kurdistan / Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê firokeyeke artêşa Iraqê ya bi armanca sîxûriyê şandibûn navçeyê xistin xwarê.

Çavkaniyek ji lîwaya 1 a hêzên pêşmergeyan ên li derdora Kerkûkê hatine bi cih kirin, ji Rûdawê re ragihand: "Berî niha hêzên pêşmergeyan gûle li firokeyekî bê firokevan a artêşa Iraqê kirin û xistin xwar." Çavkaniya ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, wiha got: "Ew firoke bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê."

Birîkarê wezîreta pêşmergeyan lîwa Enwerî Hacî Osman derbarê xistina xwar a firokeya Iraqê de ji Rûdawê re got: "Firoke hatiye ser hêzên pêşmergeyan û pêşmergeyan jî li firokeyê xistine, lê hê ne diyare ku firoke ketiye yan na." Birîkarê pêşmergeyan wiha got: "Lê li gor zanyariyên ji artê Iraqê hatine bi destxistin, egera wê yekê heye ku hêzên pêşmergeyan karîbin bigihin armanca xwe."

Herwiha îro (18.12.12) piştî nîvro hêzeke pêşmergeyan gûle li firokeyeke bê firokevan a artêşa Iraqê ya li ser bilindahiya Domellan dizivirî û dixwest zanyariyan li ser pêşmergeyên li navçeyê kom bikin, kiribûn.

Wezareta pêşmergeyan tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragihand ku hêzên pêşmergeyan firokeyeke sîxûriyê ya artêşa Iraqê neçar kirin ku navçeyê bi cih bihêle.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum