Provokation um den PKK vs. Hizbullah Kampf wieder anzuregen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Provokation um den PKK vs. Hizbullah Kampf wieder anzuregen

von Azadiyakurdistan am 06.05.2011 01:10




Di sherê PKK û Hizbûllahê de bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ji bo ku nîfaqê têxe nava Kurdan û sherê brakujî bide despêkirin (ku di armanca xwe de bi ser jî ket) her lîztik, dek û dolab gerandin. Îro jî dixuye ku dewleta Tirk dîsa li dû lîztik, dek û dolabên Osmanî ne û dîsa dixwazin Kurdan bera hev din.

Li Geverê Alîkarê Serokê Mustazaf Der ê (komela ku nêzîkî Hizbûllahê ye) Ubeydûllah Dûrna, bi êrîshek çekdarî brîndar bû û pishtre jiyana xwe winda kir. Li gora ajansa ÎLKHA (ku nêzîkî Hizbûllahê ye) êrîsh ji alî alîgirên PKK ve hatiye kirin. Û ANF jî (ajansa nêzîkî PKK) dibêje ku Ubeydûllah li hêwanê bûye û raserî êrîshek nenas hatiye.

Kê êrîsh kiribe li alîyekî, lê dixuye ku dîsa Sherê Hizbûllah û PKK tê xwestin û tilîya hêzên tarî di vê lîztika nexêr de heye.

Em hêvîdarin wê Kurd neyên lîztikên dewleta Elî Osman û xwe ji sherê brakujî dûr bixin.

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 06.05.2011 02:56.

« zurück zum Forum