Rûdaw: Interview mit einem Regimetreuen Kurden Umer Osê
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Rûdaw: Interview mit einem Regimetreuen Kurden Umer Osê
von Azadiyakurdistan am 19.05.2012 14:40
Hewlêr - Umer Osê (1958) yek ji Kurdên naskirî yên xwedî girêdanên bi rêjîma Sûriyê re ye. Ew bi eslê xwe ji bajarê Dirbêsiyê ye, lê ev bêtirî sî sal in ku ew li Şamê dijî. Osê bi salan kadirek PKKê bû dema serokê PKKê Ebdela Ocalan li Sûriyê bû. Birayê wî yê biçûk Welat Osê di nav rêzên PKKê de şehîd ketiye, xuşkeke wî ta berî demeke kurt gerîlayeke PKKê bû, berî ku ew ji ber rewşa xwe ya tenduristî berê xwe bide Ewropayê. Di hilbijartinên dawî yên Parlamenta Sûriyê de Umer Osê di lîsteya rêjîma ya li Şamê de bi ser ket û bû endamê parlamentê. Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Osê behsa helwesta rêjîma Sûriyê û ya opozîsyonê beramber gelê kurd li Sûriyê dike.
Rûdaw: Inîtsyatîva Niştimanî ya Kurdên Sûrî çi ye?
Umer Osê: Em şepêleke niştimanî ya sûrî ne. Rêxistina me di 2009ê de hat damezirandin. Rêxistina me xwe mijûlî pirsa kurdî li Sûriyê dike. Pêkhatiya kurdî li Sûriyê yek ji pêkhatiyên mezin û kevin ên gelê sûrî ye. Ew di bêtir ji pêncî salên buhurî de ji jiyana siyasî ya niştimanî ya sûrî dihat bi dûr xistin û niha jî piştguhkirin berdewam e. Kurd ji mafên xwe yên çandî bêpaar in û ew di destûra Sûriyê nehatine pejirandin. Em dixwazin ku Kurd di hikûmet, parlament, dezgehên dewletê û îdara mehelî de cî bigirin. Herweha em doza perwerdekirina bi zimanê kurdî li dibistanên li herêmên kurdî dikin. Em dixwazin ku mafên Kurdan di destûrê de bên misoger kirin.
Tevî ku piraniya endamên Inîtsyatîva Niştimanî ya Kurdên Sûrî Kurd in, lê di nav me de herweha Ereb, Ermen, Siryan, Keldo-Aşûrî û Çirkes hene. Li gor rêbaza me her welatiyek sûrî dikare bibe endamê rêxistina me.
Rûdaw: Rêxistina we fermî dixebite?
Umer Osê: Na. Lê niha em li ser dixebitin ku em wek partiyeke siyasî bên pejirandin. Lê ji ber ku qanûna hilbijartinan partiyên li ser bingeha neteweyî, olî, mezhebî yan herêmî qedexe dike, emê navê partiya xwe bikin "Şepêla Mubadera Niştimanî". Ji bo em ruxsetê bistînin, divyabû em navê "Kurdî" rakin.
Rûdaw: Ta niha dewleta Sûriyê li dijî Kurdan gelek proje pêk anîne. Yek ji wan projeya bi navê "Kembera Erebî" ye. Li gor wê Ereb hatin anîn ji bo herêmên kurdî, da ku demoxrafiya wan bê guhertin. Helwesta we beramber van projeyan çi ye?
Umer Osê: Li Sûriyê niha ji aliyê serok Beşar el-Esed ve vekirineke balkêş û giring peyda bûye. Kêşeya Kurdên ku di sala 1962ê de nasname ji wan hatin stendin, çareser bû. Herweha kêşeya Kurdên mektûm jî çareser bû. Û niha alavên ragihandinê yên sûrî balê dikişînin ser Kurdan. Ez û kesayetiyên din ên kurd di bernameyên zindî yên televizyonê de derdikevin. Em ji elif ta ya behsa pirsa kurdî dikin. Ez bawer im ku gelek pirsgirêkên Kurdên Sûriyê mîna mafên siyasî û çandî û herweha projeya Kembera Erebî dê bên çareser kirin. Ez dibînim ku hikûmetên li Sûriyê yên di dema buhurî de ta 80ê ji sedî di ber kêşeya kurdî de berpirs in. Lê tevgera kurdî jî berpirsa piştguhkirina Kurdan e. Em wek Mubadera Niştimanî ya Kurdên Sûrî ligel peywendiyên ligel rêjîmê ne, çi di asta siyasî de û çi jî di ya ewlekarî de. Em bi roj ligel berpirsên dewletê dicivin, ne bi şev û bi dizî wek berpirsên partiyên kurdî. Partiyên kurdî ajindeyan pêşkêş dikin ku ne guncaw in bi rewşa Kurdan li Sûriyê. Li cem me Kurdan ti coxrafiyeke hevgirtî tune û li herêmên me Ereb û Fileh jî dijîn.
Rûdaw: Te got pirsa Kurdên bênifûs û yên mektûm hat çareser kirin. Li Sûriyê bêtirî 150 000 Kurdên mektûm hene. Ta niha ti biryareke fermî derneketiye ku ewê nasnameya sûrî bistînin.
Umer Osê: Piraniya Kurdên ecnebî nasnameya sûrî stendin. Hin kes hene ku li derve dijîn, eger ew vegerin Sûriyê, ewê jî paseportan bistînin. Li parêzgeha Hesekê dora 3000 ta 5000 kesên mektûm hene. Piraniya wan Kurd in, lê herweha hin Fileh û Ereb jî di nav wan de hene. Serok biryarek stendiye ku nasnameyan bide wan. Lê ta niha ji ber hin kêşeyên bîrokratîk ev kêşe nehatiye çarser kirin. Di hefteyên bê de ewê nasnameyên xwe bistînin.
Rûdaw: Tevgera kurdî herêmên kurdî li Sûriyê wek beşek ji Kurdistanê dibîne. Ji bo we jî ew dever Kurdistan e?
Umer Osê: Ji mafê gelê kurd e ku çarenivîsa xwe bi xwe diyar bike. Mafê miletekî ku endamên wî dora 40 ta 45 milyon e, heye ku bibe xwedî dewleteke fermî. Lê em di Inîtsyatîva Niştimanî ya Kurdên Sûrî bi çavekî din li meseleyê dinerin. Pirsa kurdî li Sûriyê naşibihe pirsa kurdî li Kurdistana Iraq, Îran û Tirkiyê. Em doza mafên xwe li jêr seqfê dewleta sûrî dikin. Em doza cudabûn, federalî yan hikûmzatî nakin. Ger em bala xwe bidin Kurdistana Iraqê, ew doza dewleteke kurdî nakin, tevî ku ev ji mafê wan e.
Rûdaw: Erê, hûn dibêjin li Sûriyê beşek ji Kurdistanê heye?
Umer Osê: Ev rastiyeke dîrokî ye. Em beşek in ji vê coxrafiya û demoxrafiya dîrokî ne. Lê em niha doza tevlêkirina me di jiyana siyasî ya Sûriyê de dikin, wek neteweyek duyem li Sûriyê di hundirê dewleteke sûrî ya yekgirtî de.
Rûdaw: Di nasnameya her welatiyekî din li ser Sûriyê hatiye nivîsandin ku ew welatiyek erebî yê sûrî ye. Ev çawa çêdibe ku welatiyek kurd di heman demê de ereb jî be?
Umer Osê: Bi rastî demeke dirêj pêwîst e ta em mafên xwe yên rewa bi dest bixin û bibin welatiyên asta yekemîn li Sûriyê. Em Kurd in û ne Ereb in. Nabe kesek bi zorê bibe Ereb. Pêşî em Sûrî ne, piştre Kurd in an Ereb in an Musilman in an Fileh in. Me hêvî dikir ku destûra nû ya Sûriyê bi şêweyekî zelal hebûna Kurdan bipejirîne. Lê destûr ne Quranek an Incîlek pîroz e. Ezê van pirsan di Parlamenta Sûriyê de bidim nîqaş kirin. Divê li Sûriyê rêz li nasnameyên cuda yên ne erebî bê girtin.
Rûdaw: Hûn helwesta opozîsyona sûrî beramber pirsa kurdî çawa dibînin?
Umer Osê: Ew komên ku li hundir û derveyî Sûriyê navên opozîsyonê li xwe kirine, ji hikûmetên ku di dema buhurî de li Sûriyê hebûn, xerabtir in. Ew ji wan hikûmetan şovenîtir in. Ji aliyekî ve opozîsyona di encûmena Stenbolê de [Encûmena Niştimanî ya Sûrî, Rûdaw] heye, ku xwe avêtiye hembêza Recep Teyib Erdogan, ew Osmaniyê Salcûqî yê nû. Ew doza tedexula leşkerî ji aliyê NATOyê ve li dijî Sûriyê dikin bi alîkariya Tirkî û Saudiya Erebî û hevkarên wan ên din. Ji bo wan ne giring e ku Israel jî beşdarî rûxandina rêjîmê bibe. Ew ne tenê rêjîmê ji xwe armanc dibînin, lêbelê tevaya Sûriyê. Ew dixwazin Sûriyê ji hev bixin û wê dabeş bikin ji bo kanton û dewletên wehabî yên selefî. Ev opozîsyona ne niştimanî ye. Opozîsyoneke din li hundir heye, ku li dijî tedexula leşkerî ye, lê herweha li dijî diyaloga bi rêjîmê re ye. Ez helwesta wan beramber pirsa kurdî negatîv dibînim. Helwesta rêjîmê niha ji ya opozîsyoinê baştir e. Opozîosyoneke siyem heye ku niştimanî ye û ligel diyalogê ye û em jî xwe ji wê dibînin.
Rûdaw: Partiyên kurdî jî bi opozîsyona sûrî re di diyalogê de ne. Gerek ew çi bikin?
Umer Osê: Ez şîretê didim partiyên kurdî û ji wan tika dikim ku xwe ji van tevgerên opozîsyonê vekişînin. Ez pêşniyar dikim ku ew bigihên hev û lêvegere kurdî ya niştimanî saz bikin û di zûtirîn dem de bi serokatiya siyasî ya dewletê re bikevin diyalogê. Dergeh ji bo wan vekirî ye. Mixabin wan di asta stratejî ya niştimanî de hin şaşitî kirine. Wan diyalog û hevdîtina bi serok Beşar el-Esed re boykot kir. Ev firseteke dîrokî bû. Em ligel mayina vê rêjîmê ne, tevî aliyên wê yên negatîv. Bedîl, Xwedê neke ku bê, dê ji bo Kurdan gelekî xerabtir be.
Rûdaw: Tu dibêjî ku helwesta rêjîmê beramber pirsa kurdî ji ya opozîsyonê baştir e. Çawa baştir e?
Umer Osê: Ger hûn bala xwe didin ragihandina Sûriyê, hûnê bibînin bê ew çiqas giringiyê dide Kurdan. Vê salê kanala televizyonê ya sûrî ya fermî bernameya nûçeyan birî û ahenga Newrozê li Helebê zindî weşand. Niha vekirinek heye û divê partiyên kurdî alîkariya min bikin, da em mafên siyasî û çandî bi dest bixin. Ez bawer im ku rêjîm niha ji opozîsyonê bêtir amade ye ku ji bo Kurdan tenazulatan pêşkêş bike.
Rûdaw: Berî du mehan tu ji bo serdanekê hatibû Silêmaniyê. Serdana te fermî bû?
Umer Osê: Na, ne fermî bû. Ev yekem car bû ez hatim Herêma Kurdistanê. Ez mêvanê serok Celal Talabanî bûm. Ez wek çalakvanek sûrî yê kurdî dora hefteyekê li Silêmaniyê mam. Min ti name ji serokê Sûriyê yan hikûmeta sûrî bi xwe re neanîbû. Min ji serok Talabanî re helwestên serok Beşar el-Esed şirove kirin. Wî nameyeke devkî ji bo gelê kurd û yê sûrî û herweha serokatiya Sûriyê bi min re şand. Wî got ku ew ligel gelê sûrî ye û ku Iraq dê nebe xwedî helwesteke dijminyane li hember Sûriyê di vê rewşê de. Serok Talabanî û ez bawer im herweha serok Mesûd Barzanî wefadar mane ji bo peywendiyên xwe bi malbata Esed û gelê sûrî re. Ewê alîkariya Sûrî ji wan re di dema opozîsyonê de ji bîr nekin.
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad