Rûdaw: Interview mit Salih Muslim (PYD-Vorsitzender)

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Rûdaw: Interview mit Salih Muslim (PYD-Vorsitzender)

von Azadiyakurdistan am 01.10.2012 18:11



Hewlêr (Rûdaw) - Serokê PYDê, Salih Muslim, hefteya borî li Hewlêrê bû û di hevpeyvînek ligel Rûdawê de ragihand ku ew pêbendî wê yekîtiya siyasî ne ku di çarçoveya Peymana Hewlêrê de bi navê "DBK-Desteya Bilind a Kurd" biryar li ser hatiye standin, ji bo birêvebirina hemû karûbarên Rojavayê Kurdistanê.

Lê partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê dibêjin PYD li Hewlêrê dibêje em ligel yekîtî û hevbeşiyê ne, lê li Rojavayê Kurdistanê ti hevbeşiyê qebûl nakin û Peymana Hewlêrê ji bo rewakirina karûbarên xwe yên siyasî û îdarî bikar tînin, nemaze li hemberî Tirkiyeyê, wekî partiyeke girêdayî PKKê. Salih Muslim vê yekê red dike, lê di heman demê de dibêje ew qebûl nakin ti hêzeke çekdar li Rojavayê Kurdistanê hebe ku ne di çarçoveya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de be.

Rûdaw: Şoreşa Sûriyê sal û nîv e berdewam e û heta niha rejîma Baasê neketiye, çawa heta niha kariye xwe bigire?
Salih Muslim: Me her ji destpêkê ve dizanî ku şoreş wê dirêj bike û rejîm bi hêsanî nakeve. Eger piştî 2-3 mehan ji destpêkirina şoreşê rejîma Sûriyê biketa, ji me re wekî şok dihat. Lewma her ji destpêkê ve me got rejîma Sûriyê heta wekî 2-3 salan dikare li ber xwe bide. Ji ber ku ev rejîm dema 50 salan e desthilatdare û reh û kokên wê hene. 170 endamên dezgeha sîxurî û ewlekariya Sûriyê hene, dadwer û pirraniya rêveber û xwediyên postan li ser dewletê ne û ev hemû jî naxwazin rejîma Sûriyê bikeve. Lîderên artêşa Sûriyê û hêzên çekdar jî hemû nêzîkî desthilatê ne û cihê baweriya rejîmê ne û ew jî ji bo ketina rejîmê kar nakin.

We du sal danîn ji bo mayîna Esed, sal û nîvek çû û pirraniya lîderên ewlekariyê li Şamê hatin kuştin, cudabûn ji hikûmeta Sûriyê çêbû, di nav artêşê de cudabûnên mezin derketin, bi dîtina we çiqasê din maye ku rejîma Sûriyê bikeve?
Hikûmeta Sûriyê hêjî lawaz nebûye, lê hêjî bihêz e û artêş di destê rejîmê de ye. Bi baweriya min eger di dawî de ev hikûmet birûxe jî, wê Elewî wîlayeteke taybet bo xwe dirust bikin. Pirsgirêka Sûriyê îro ne di destê gelê Sûriyê de ye, lê di destê Amerîka û Rûsyayê de ye, ji bilî wan Îran, Hizbollah û Tirkiye jî amade ne. Tirkiye li ser pirsgirêka kurdî hatiye nav mijarê û destê xwe dixe nav şoreşê.

Lê gellek çavkanî dibêjin li jêrê pêwendiya PYDê ligel rejîma Sûriyê heye û naxwaze rejîma Beşar Esed bikeve?

PYD di 2003yê de hatiye damezrandin, berê pêwendî di navbera Abdullah Ocalan û hikûmeta Sûriyê de hebû, lê ew rûpelek bû, bi girtina serok Ocalan hat girtin. Piştî wê hevpeymaniya Edenê di navbera Tirkiye û Sûriyê de çêbû, piştî wê hevpeymaniyê zêdetirî 200 endam û kadroyên PKKê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatin girtin û radestî Tirkiyeyê hatin kirin û bi zindana heta hetayê hatin mehkûmkirin. Em jî wekî PYD her ji damezrandinê û heta niha bi berdewamî dixebitin, eger partiyek hebe qurbanî û şehîd dabin li jêr îşkenceyê, em in. Nizanim, ev hemû qurbaniyên me hene, ji ber çi xelk ji me re dibêje hûn destê celladan maçî dikin û me tawanbar dikin!

PYD ligel wê yekê ye ku rejîma Sûriyê birûxe?
PYD ligel rûxandina rejîma Sûriyê ye. Eger îro jî birûxe, çêtire ji sibe. Lê em dipirsin gelo cîgirê vê rejîmê wê kî be? Li Iraqê jî guherîn çêbû, lê heta niha jî rojane bi qasî dema niha ya Sûriyê xelk li Iraqê tên kuştin û mafên Kurdan jî nedane wan, gelo madeya 140ê hatiye bicihkirin? Lewma em neçar in ezmûna Iraqê li ber çavan bigirin. Yên ku dixwazin niha cihê rejîma Sûriyê bigirin, di kongreya Qahîre de li mafên Kurdan mikur nehatin. Em kar dikin ji bo ku rejîma Sûriyê hilweşe, lê li siberoja Kurdan jî difikirin.

Niha Sûriyê bûye du beş, beşek şer lê tê kirin, ew jî deverên Ereban in, lê li deverên kurdî jî şer nîne. Pêwendiya di navbera hêzên kurdî û hikûmeta Sûriyê de li navçeyên Kurdan çawa ye?

Her aliyekî hesabên xwe hene, li gor hesabên xwe siyasetê dikin û hikûmeta Sûriyê jî hesabên xwe hene, Îxwan û Selefî hemû li dijî rejîma Sûriyê şer dikin û çek û teqemeniyan ji Tirkiyeyê werdigirin. Bi baweriya min Sûriyê dimîne. Churchill jî gotiye kesê ku dixwaze fêrî siyasetê bibe, bila serdana Şamê bike.

PYD Tirkiyeyê qebûl nake, yan xelkê Rojavayê Kurdistanê Tirkiyeyê qebûl nake?

Kurd bi tevahî Tirkiyeyê qebûl nakin, ti partiyeke siyasî ya kurdî nîne ku Tirkiyeyê qebûl bike.

Pêwendiya di navbera hêz û aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê çawa ye?

Baş e, me Desteya Bilind ya Kurd (DBK) damezrandiye û em dixwazin siyaseteke fermî ji bo DBKê deynin. Karê DBKê plankirina siyaseta giştî ye, hemû aliyên Kurdistanî pê pêbend in. Herçar parçeyên Kurdistanê piştgiriya DBKê dikin û hemû biryarên wê bi hevbeşî derdikevin. Lewma her biryareke ku ji bo Rojavayê Kurdistanê bê dayîn, ji aliyê DBKê tê dayîn.

Endamên PYDê dibêjin em partiya yekemîn in li Rojavayê Kurdistanê, aliyên din ên kurdî hene dibêjin nexêr em yekemîn in. Li Rojavayê Kurdistanê kî hêza yekemîn e?

Ji te daxwaz dikim tu serdana Rojavayê Kurdistanê bikî û tu bi xwe biryar bide kîjan aliyê kurdî pirranî ye û xelk pê re ne. Lewma nabêjim em partiya yekemîn in, lê dixwazim bêjim ku hemû gelê Rojavayê Kurdistanê piştgiriya siyaseta PYDê dike.

Ji ber çi di nav partiyên kurdî de tenê PYD hêzeke çekdar e?

Na, PYD ne hêzeke çekdar e, lê hêzeke siyasî ye. Niha Tevgera Civaka Demokratîk heye, jê re dibêjin TEV-DEM û li jêr wî navî gellek sazî hene û yek ji wan YPG ye, herwiha PYD jî beşek e ji TEV-DEMê. Piştî pêkanîna DBKê, YPGya ku berê hêzeke nehênî bû xwe kifş kir û gotin em ne li ser ti aliyekî ne û DBK çi biryarê bide emê wê bînin cih.

Biryar bû hêzeke niştimanî li Rojavayê Kurdistanê bê çêkirin, ji ber çi heta niha ew hêz nehatiye çêkirin?

DBKê hêjî biryara xwe nedaye. Biryare YPG û ew hêza ku li Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, ku hejmara wan 650 çekdar in, bi hev re li jêr fermandariyeke hevbeş hev bigirin, lê diyare hinek kêşe hene û hê nehatine çareserkirin. Lewma vêga ew biryar hê maye, naxwazim navê wan aliyan jî bêjim ku dibin astengî li pêşberî çêbûna hêza hevbeş. Ji ber ku li gor Peymana Hewlêrê çênabe em bi rêya medyayê êrişî hevdu bikin. Niha YPG dibêje heta ku li me neyê mikurhatin ku em hene, em jî biryarên DBKê bi cih nakin.

Niha sînorê Sûriyê ligel Herêma Kurdistanê di destê hêzên we yên YPGê de ye, hikûmeta Sûriyê li hemberî çi ew sînor radestî we kiriye?

Hikûmeta Sûriyê ji me re negotiye kerem bikin em sînor radestî we dikin.

Lê nexwe we çawa wergirtiye?

Me ji rejîma Sûriyê re got kerem bikin vir vala bikin, emê navçeyên kurdî biparêzin. Sînorê ligel Tirkiyeyê jî di destê me de ye, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di hundirê mala me de şer dike.

Kîjan navçeyên Kurdistanê bi tevahî li jêr destên Kurdan de ne?

Vêga li Kobanê û Efrînê ti hêzeke ewlekariyê ya hikûmeta Sûriyê nemaye, ew herdu bajar bi tevahî li jêr kontrola Kurdan de ne.

Çima heta niha Qamişlo di jêr desthilata rejîma Sûriyê de ye?

Rewşa Qamişloyê nazik e û me rizgarkirina wî bajarî hiştiye heta qonaxeke din. Her demeke baş derket pêş, emê rizgar bikin.

Di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de tirsek heye ku şerê birakujiyê derkeve holê, çi garantî hene ku ew şer rû nede?

Zemanat gel e û şerê birakujiyê rû nade. Her dema ku Kurdên Rojava jî bûn du beş, wê şer çêbibe. Lê îro ji sedî 80 nêrîna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê yek e. Dixwazim bêjim ku kak Mesûd Barzanî bû zemanetek ku şerê birakujiyê derneket.

Hûn soz didin ku şerê birakujî rûnede?

Erê, em soz didin û eger li ser xwîna me be jî, em rê nadin ku şerê birakujî derkeve holê.

Hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê dibêjin me jî qurbanî û şehîd dane, neku tenê PYDê ew dane. Lewma nabe hûn bêjin me şehîd dane û divê em birayê mezin bin?

Nexêr, ti aliyekî din şehîd nedaye. Bila aliyek bê û bêje me li jêr îşkenceya dewleta Sûriyê şehîdek daye, tenê PYDê şehîd dane, bila kes derewan neke û nebêje me şehîd dane.

Hûn qebûl dikin ku ji xeynî PYDê partiyeke din a kurdî li Sûriyê çek û çekdarên wê hebin?

Divê tenê yek hêza çekdarî hebe. Hêzên parastina gel hene û her aliyek bixwaze hêzên wî hebin, divê di çarçoveya hêza gel de be û hêzeke hevbeş bê çêkirin. Niha ew hêz heye û ji bo parastina gelê kurd e li Rojavayê Kurdistanê.

Tirkiye dewleteke mezin e li deverê û berjewendiyên wê hene û tirsa wan ji wê yekê heye ku siberojê Rojavayê Kurdistanê bikeve destê PKK û PYDê. Hûn amade ne ligel Tirkiyeyê rûnin û garantiyê bidin Enqereyê ku hebûna we nabe metirsî li ser Tirkiyeyê?
Em amade ne ligel wan rûnin û dest bi diyalogê bikin. Em ne li dijî gel û hikûmeta Tirkiyeyê ne. Îro gava em gotinekê dikin li hember Tirkiyeyê, ji ber wê yekê ye ku Tirkiye bi awayekî zêde desttêwerdanê di nav karûbarên Sûriyê de dike. Tirkiyeyê ji dijberiya Sûriyê re gotiye: Eger hûn Salih Muslim ji nav xwe derxînin, emê 60 milyon Dolar bidin we. Baş e, Tirkiye ji ber çi wê yekê dike, ligel aliyan rûdinin û ligel me rûnanin? Di demekê de ku em ne kêşe ne û ne metirsî ne li ser Tirkiyeyê. 

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 01.10.2012 18:41.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Rûdaw: Interview mit Salih Muslim (PYD-Vorsitzender)

von Azadiyakurdistan am 01.10.2012 18:34

Salih Muslim zu Rûdaw: Wir akzeptieren keine andere bewaffnete kurdische Gruppe in West-Kurdistan außer YPG.

Das zeigt das PYD nicht möchte, dass ihre Konkurrenz auch Waffen besitzt und sie alleine West-Kurdistan kontrollieren möchte. Wieso werden aber die syrischen Regime Einheiten in West-Kurdistan akzeptiert aber keine kurdische? In mehreren Videos und Reportagen sah man staatliche Gebäude wo Regime-Leute ihre Arbeit erledigen und sogar noch zusammen mit Kurden.

Auf die Frage von Rûdaw: Jetzt stehen die Grenzen zu Süd-Kurdistan unter Kontrolle der YPG (Bewaffnete Einheiten der PYD), unter welcher Bedingung hat das syrischr Regime Ihnen die Grenzen gegeben?

Salih Muslim: Die syrische Regierung hat uns nicht gesagt, bitte schön kommt wir übergeben euch die Grenzen.

Rûdaw: Wir habt ihr denn die Grezne übernommen?

Salih Muslim: Wir haben zum syrischen Regme gesagt, verlasst diese Region wir werden die kurdischen Gebiete beschützen.

Ist ja sehr leicht, wieso sagt das auch nicht die freie syrische Armee zum Regime?

Rûdaw: Unter den Kurden in West-Kurdistan hat sich die Furcht verbreitet, dass es zu einem Bruderkampf kommen könnte. Gibt es Garantie, dass sowas nicht vorkommen wird?

Salih Muslim: Sobald die Kurden in West-Kurdistan sich in zwei Gruppen teilen wird es Bruderkampf geben. Aber heute sind 80% der Kurden eins. Wir versprechen dass es zu keinem Bruderkampf kommen wird.

Kommentar: Entweder West-Kurdistan ist ein unter Kontrolle einer Partei oder es wird ein Bruderkampf geben. ;)

Hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê dibêjin me jî qurbanî û şehîd dane, neku tenê PYDê ew dane. Lewma nabe hûn bêjin me şehîd dane û divê em birayê mezin bin?
 
Nexêr, ti aliyekî din şehîd nedaye. Bila aliyek bê û bêje me li jêr îşkenceya dewleta Sûriyê şehîdek daye, tenê PYDê şehîd dane, bila kes derewan neke û nebêje me şehîd dane.

Übersetzung:
Frage: Andere Kräfte in West-Kurdistan sagen, dass sie auch Opfer und Märtyrer gegen haben, nicht nur PYD alleine. Deswegen dürfen Sie nicht sagen wir haben Märtyrer gegeben und wir müssen den großen Bruder spielen.

Salih Muslim: Stimmt nicht, keine andere Kraft hat Märtyrer gegeben. Soll eine Seite kommen und sagen, dass sie unter dem Folter des syrischen Staaten Märtyrer gegeben hat. NUR PYD hat Märtyrer gegeben. Keiner soll lügen und sagen wir haben Märtyrer gegeben.   

Kommentar: Das ist das lustigste was ich in diesem Interview gelesen habe. Als wären die Märtyrer Eigentum einer Partei, als hätten die Märtyrer sich für eine Partei geopfert haben und nicht für das Volk und Land.

Ich sage mal nur: Mişel Temo, Mehmûd Walî, şêx Maşûq Xiznewî, Ciwan Qetene, Dr. Şerzad und viele viele andere die nur in den letzten 18 Monaten von unbekannte Gruppen ermordet wurden. All diese Märtyrer sieht offenbar Salih Muslim nicht. Ist klar dass er keine andere Kraft in West-Kurdistan akzeptiert.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 01.10.2012 18:58.

« zurück zum Forum