Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur

von Azadiyakurdistan am 08.10.2010 17:03

Serokdewletê Suriyeyê Be$ar Esad weka ku li welatê wî ev pirs tune û w pirsa kurd çareser kiriye ji bo çareseriya pirsa kurd li bakurê Kurdistanê pi$tgirî dide hukumeta Tirkiyeyê.



Be$ar Esad di hevpeyvinekê bi TRT El Turkiyayê de dibêje ew pi$tgirî didin hewldana Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsa kurd û heke efûyeke gi$tî û gavên berbiçav bêne avêtin Sûriye jî dikare be$darî pêvajoyê bibe.

Esad wisa got, “Di derbarî PKKê de, di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de kordînasyon heye. Ji ber ku pirsa PKKê, eleqedera wî bi Sûriye, Tirkiye û Îranê jî heye û pirsgirêkeke herêmî ye. Lê ez dibînim ku, piraniya kurdên ku li Iraqê dijîn girêdayî Iraqê, yên ku li Tirkiyeyê dijîn girêdayî Tirkiyeyê û yên ku li Sûriyeyê dijîn jî girêdayî Sûriyeyê ne. Ya bingehîn pirsgirêk ne pirsgirêka kurd e. Pirsgirêk ev e ku, hin alî vê kê$eyê hewce nî$an didin û dixwazin mudaxeleya karên me yên navxweyî bikin.”

Esad got, kurd jî wek ereb û tirkan bi sedan sal in ku li ser vê axê dijîn û destnî$an kir ku, pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe. Esad got, “Pêvajoya vebûna kurd a Tirkiyeyê rast e û em li gel efûya gi$tî ne. Lê divê ev hemû di nava çarçoveya neteweyî de bêne çareserkirin.”

Her wiha Esad destnî$an kir ku ji bo Iraqê gumana parçebûna etnîkî û mezhebî heye û domand, “Pê$ketinên Iraqê pir nêz ve Sûriyeyê eleqedar dikin. Bo vê em ji nêz ve di$opînin.”

Esad got, ligel rayedarên Iraqê, bi rayedarên Tirkiye û Sûriyeyê re jî pêwendiyên wan heye û destnî$an kir ku, li Iraqê bi hemû aliyan re pêwendiyên wan ba$ dibin. Esad got, ew ji derengketina avakirina hikûmetê Iraqê jî fikar in.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 08.10.2010 17:04.

Ez_u_Tu

38, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 223

Re: Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur

von Ez_u_Tu am 08.10.2010 18:01

Bila ev serdirêja herê xwe bi Kurdên rojava re mijûl bike û pirsgirêka xwe careser bike. Mafê Kurdên Suriyê bide wan pashe li ser Kurdên bakûr biaxive hey qeshmer.

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur

von Kurdewari am 09.10.2010 14:03

Mêro çawa ser xwe dikevê. Gotînek kurda heye dibên : Hê simbêlî wî çênebîne û xwe li kar didê"

Wela yabo bashe essado. Bila Kurd li welatê te bindest bin û behsa kurdên li derveyî welatê xwe bike.

Antworten

« zurück zum Forum