Mizgîniya xêrê! Die Kurden in Syrien sind jetzt vereint!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Mizgîniya xêrê! Die Kurden in Syrien sind jetzt vereint!

von Kurdewari am 15.05.2011 12:44



Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mizgîniya xêrê! Die Kurden in Syrien sind jetzt vereint!

von Azadiyakurdistan am 15.05.2011 15:13

Tevgera Kurdî li Sûriyê bi yek helwestê nêrînek pêshniyar kir




Duh (14-5-2011) li bajarê Qamishlo - Sûriyê, hemî partî û rêxistinên tevgera nishtimanî ya kurdî li Sûriyê bi yek helwestê nêrîneke pêshniyar ji bo çareserkirina aloziya rewsha Sûriyê pêshkêshkirin.

Pelgeya nêrîna pêshniyar di kombûneke gelêrî de û bi amedebûna serok û perpirsiyarên tevgera nishtimanî ya kurdî li Sûriyê û ji aliyê sekreterê Partiya Çep ya kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê de hate xwendin û ragihandin. Ji van (8) bendan pelge hate pêshniyarkirin:

- Divê qet zilm û zor û kushtin neyê kirin û rê li pêsh xwepêshdanên ashtiyane vebe û diyaloga nishtimanî ya berfereh di navbera hemî aliyên siyasî û hilbijartiyên rewshenbîrî yên ku baweriya wan bi diyalogê heye de ji bo hevtêgihishtinê bibe.

- Bikaranîna hemî fermanên seroktiyê yên di derbarê rakirina cezayên awirte û dadgeh û zagonên bijartî, û berdana hemî girtiyên siyasî û nêrînê.

- Pejirandin û erêkirina kar û xabata eshkere ji hemî rêxistin û partiyên siyasî re ta ku zagoneke serdemîn ji partiyan re derdikeve.

- Nemana hemî siyaset û ferman û zagonên taybet di mafê gelê kurd de, û lezandina dayîna nasname û mafê hemwelatiyê ji yên ku ji wan hatibû stendin.

- Vexwendin ji bo kongirekî nishtimanî, nivîsandina destûrekî nû ji welêt re û pêshkêshkirin wî ji gel re ji bo dengdanê, derxistina zagoneke nû ji bo hilbijartinan, vennasîn bi hemî netewe û siyaset û zimanan, berdana azadiya rojnamrgerî û ragihandinê.

- Cudakirina hersê desthilatên zagondanîn û bicihanîn û dadmendiyê, her weha xurtkirina rola dadmendiyê û serbixwebûna wê.

- Çareserkirina pirsa kurdî bi shêweyeke demoqratî di hinderê yekbûna welêt de û vennasîn bi hebûna wî di destûrê welêt de wek neteweyek sereke.

- Parastin û dawîna mafên çandî ji netewe û olên hindik re.

Li dawiya xwendina pelgeyê, hin pirs ji aliyê cemawerê beshdarbûyî de ji berpirsiyaran hatin kirin, di bersivandina pirsan de xuyakirin ku hemî partî û rêxistinên tevgera nishtimanî ya kurdî li Sûriyê, Înê carekê lihev dicivin û li gor pêshketinên ku di rewsha Sûriyê de çêbibin wê biryaran bistînin.

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Ez_u_Tu

38, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 223

Re: Mizgîniya xêrê! Die Kurden in Syrien sind jetzt vereint!

von Ez_u_Tu am 15.05.2011 16:32

Die werden sich jetzt jeden Freitag treffen um neue Entscheidungen zu treffen, das finde ich gut. Hoffen wir dass die sich immer so zusammen tun.

Antworten

Newroz_2010

-, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 677

Re: Mizgîniya xêrê! Die Kurden in Syrien sind jetzt vereint!

von Newroz_2010 am 16.05.2011 08:34

Mala xwede awa !

Hoffen wir das es nicht nur für eine kurze Zeit zusammen gearbeitet wird.
Was in den letzten Wochen und Monaten in Syrien passiert ist darf man als Kurde in Syrien nicht dulden deshalb ist dieser Zusammenhalt mehr als nur wichtig !!!

Antworten

« zurück zum Forum