Schweden sucht nach kurdische Arbeiter
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Schweden sucht nach kurdische Arbeiter
von Azadiyakurdistan am 24.01.2013 21:45
Kurdische Arbeiter aus Region Kurdistan können offiziell per Arbeitsvisum nach Schweden reisen. Das Arbeitsvisum dauert von 6 Monaten bis zu maximal 2 Jahren, die Arbeiter können dannach einen Antrag auf unbefristeten Aufenthalt stellen. Schweden möchte durch ausländische bzw. kurdische Arbeiter aus Region Kurdistan die Bevölkerungszahl Schwedens erhöhen.
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku karkirên kurd "bi fermî" bo Swêdê tên şandin û vîzaya kar a 2 salan werdigirin. Endamekî parlamentoya Kurdistanê jî got: "Karkirên kurd dikarin piştî du salan daxwaza mafê rûniştina dayim werbigirin."
Endamê parlamentoya Kurdistanê, Salar Mehmûd ji Rûdawê re got ku duh (23.01.2013) li bajarê Hewlêrê bi nûnerê wezareta kar a Herêma Kurdistanê digel şanda karûbarên penaberan a Swêdê civiyane û şanda swêdî bi fermî daxwaza karkirên kurd kiriye.
Mehmûd da zanîn ku şanda swêdî ji wan re gotine ku dê vîzayê jî bidin wan karkirin ku ji 6 mehan heta 2 salan dibe.
Wî parlamenterê Kurdistanê wiha axivî: "Armanca Swêdê ji vê yekê zêdekirina hejmara akinciyên xwe ye. Ev jî derfetek baş e bo karkirên kurd ku bi fermî herin wî welatî û piştî ku vîzaya wan xilas bû heta hetayî li wir bimînin."
Hat gotin hikûmetên Herêma Kurdistan û Swêd dê li bara şandina karkiran konfiransekê li Hewlêrê saz bikin û biryara dawî jî dê wê demê bê dayîn. Konfirans dê meha 4-8 meha Gulana îsal bê sazkirin.
Azadiya Kurdistan / Rûdaw
Silav û Rêz
Azad