Serok Barzanî hikûmeta Îranê hişyar kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Serok Barzanî hikûmeta Îranê hişyar kir

von Azadiyakurdistan am 03.07.2011 21:54



Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, topbarana deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêsha Îranê ve bi tundî protesto kir.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir, topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê artêsha Îranê ve, zirarek mezin gihandiye xelkê deverê û bûye serdema wê ku xelk, mal û milkên xwe biterikîne û aware bibe.
Barzanî, topbarana deverên sînorî protesto kir û wiha axivî, “Em topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, protesto dikin û vê yekê bi karekî nelirê dizanin.”
Serok Barzanî, wiha pêde çû, “Li gorî me, ev karên wiha, zirarê didin pêwendiyên navbera herêm û Komara Îslamî ya Îranê û tu hêcetek bo vê topbaranê tune. Divê shûna çêkirina tirs û nîgeraniyê, di riya diyalogê, tev arîshe bên çareserkirin.”
Çend roj e, artêsha Îranê, bi hêceta hebûna kempên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), dever û gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum