Serok Barzanî: Silêmanî di nava dilê me de ye!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Serok Barzanî: Silêmanî di nava dilê me de ye!

von Azadiyakurdistan am 24.05.2011 19:06

Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi hijmareke Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyeyê re civiya.



Di destpêka vê civîna han de Xwendekar di derbarê rewsha xwendin di nava vê Zanîngeha han de zaniyariyên pêwîst pêshkêshî Serok Barzanî kirin û her wiha çend pêshniryar jî di derbarê çawetiya çareser kirina kêsheyên heyî yên li vê Zanîngehê de jî pêshkêsh kirin.

Di berdewamiya civîna han de çendîn kêsheyên warê Rewshenbîrî yên Devera Silimaniyeyê jî hatin nîqashkirin û bûyerên dawî yên Parêzgeha Silimanî û rastiya siyasî ya vê Deverê jî babeteke din ya vê civîna han bû.

Di berdewamiya civîna han de Serokê Kurdistanê jî ji bilî destxweshî kirin ji Xwendekarên beshdar kirî her wiha careke din tekez li ser girîngiya rola Xwendekaran kir.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eshkere kiri ku, di pasherojê de civak û Gel di destê Ciwanên xwe deye.

Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de careke din pishtgîriya xwe ji Ciwan û Xwendekaran re dûbare kiri û di derbarê rewsha Silimaniyeyê de jî diyar kir ku, rola vê Bajarê di nava tevgera rizgariya Gelê Kurd de roleke gelek girînge û em ti car ev rola han jibîr nakin û Silimanî jî hertim di nava dilê me deye çiqas jî xizmeta vê Bajarê werê kirin hîn jî her kême.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku, me dest bi bernameya çaksazî û reforman kiriye û bi ti awayî ji derfet nadin ku, yekrêziya Gelê me werê lawazkirin jiber ku, hêza Gelê me di yekbûn û yekrêziya xwe deye û em jî tevahiya derfet û îmkanên xwe tevger dikin ji bo nehêshtina kêshe û aloziyan.

ktv

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.05.2011 19:08.

« zurück zum Forum