Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza hilbijartina pêşwext dike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza hilbijartina pêşwext dike

von Azadiyakurdistan am 03.03.2011 21:59



Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bo gelê Kurdistanê got: ''Daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê dikim ligel aliyan encamdana hilbijartina pê$wext gotûbêj bike da gel nerîna xwe hikmê xwe bide.'' Barzanî behsa xwepê$andanên vê dawiyê jî kir û wiha axifî:

''Ez naxwazim di Kurdistanekê de bijîm ger gelê Kurd tê de ne serfiraz û azad be.''


Barzanî wiha axifî: ''Em pir kêfxwe$ in ku îro ciwanên me gihane astekî bi awayekî a$tiyane û modern daxwazên xwe pê$kê$î parlamento, hikûmet, serokê herêmê û hemû aliyan dikin. Herwiha pê$niyarên pir ba$ û binirx dikin. Evna jî pêgehi$tina ciwanên me ye ku kêfxwe$iye bo min. Bila dilê we di cîh de be ku kes wek min ji we hez nake, hun kur û keçên vî gelî ne. Zaroyên vî ni$timanî ne û pê$eroj li ser milê we ye û divê hun wî emanetî bi encam bighînin.''

Derbarê encamdana xwepê$andanan de jî Barzanî got: ''Xwepê$andan mafekî xwezayî ye û divê gelê me azad be xwepê$andanê bikin û daxwazî û ê$ û derdên xwe bînin ziman. Ez naxwazim di Kurdistanekê de bijîm ger gelê Kurd tê de ne serfiraz û azad be, tenê tikayeke min a birayane heye bo parastina navûdengê we û welatê xwe nehêlin bi hîç awayekî di wan xwepê$andanan de tundûtûjî derkeve. Madem derfet heye ti$ta hun bixwazin bêjin, her nerîneke we heye bînin ziman, hêvîdar in hun derfet nedin $îdet derkeve.''

Mehr lesen.....

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum