Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Li Tirkiyê Ye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Li Tirkiyê Ye
von Azadiyakurdistan am 02.06.2010 21:16
Rûdawnet – Enqere: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî hat Tirkiyê.
Barzanî, di hatina xwe ya Enqerê de li Firokexaneya Esenboga tu daxwiyanî nedan. Tê çaverêkirin di gotûbêjên navbera Barzanî û rayedarên Tirkiyê de mesela PKKê, Kerkûk û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî bên rojevê.
Mesûd Barzanî, yekem car ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dicive û pi$tî civînê konferanseke çapemeniyê lidar dixin. Herwiha ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul jî dicive. Barzanî roja înê jî ligel balyozên welatên Erebî kom dibe û pi$tre derbasî Stenbolê dibe. Li Stenbolê jî ligel karsazên Tirkiyê dicive û roja dû$emê dawî bi serdana xwe ya Tirkiyê tîne.
Silav û Rêz
Azad