Serokê PEJAK Ehmedî Iran tehdîd kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Serokê PEJAK Ehmedî Iran tehdîd kir

von Azadiyakurdistan am 10.05.2010 22:33



Serokê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK`ê dardekirina 4 endamên partiya xwe wekî encama îtîfaqa qirêj ya navbera Turkiye, Sûriye û Îranê nirxand û li hember vê, banga xurtkirina yekîtiya neteweyî kir.

Serokê PJAK`ê Ebdurrahman Hacîehmedî bi riya telefonê ji televizyoan me NewrozTV re ragihand ku li hember kurdan îtîfaqa komployeke berfireh heye û bal ki$and ser trafîka dîplomatîk ya navbera Îran, Tirkiye û Sûriyê ya rojên dawî.

Hacîehmedî di vê biwarê de got: Di demekê de ku li Bakurê Kurdistanê êrî$ û operasyonên le$kerî yên Tirkiyê dom dikin, Îran bi dardekirina ciwanên kurd, dixwaze ji Tirkiyê re bêje ku wê hamleyek daye destpê kirin û ew di $erê dijkurd de cidî ye.

Serokê PJAK`ê Hacîehmedî li hember van îtîfaqên dagirkerên Kurdistanê yên bi mebesta jinavbirina gelê kurd, banga xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî kir.

Hacîehmedî got: Bersiva komployên dijkurd, kurd tenê bi xurtkirina hevgirtin û yekîtiya xwe dikarin bidin. Îro PJAK, sibe endamên partiyeke din dikarin werin dardekirin. Hevalên me yên hatin dardekirin, ne tenê nirxên herî giranbuha $ehîdên PJAK`ê, lê belê yên hemû gelê kurd in. Lewra çawa îro dijminê gelê me di yek eniyê de cîh girtine, divê em jî li hember vê, karibin eniya xwe bikin yek. Di serî de rêxistinên kurd, hemû gelê me hevbigre û li xwe xwedî derkeve.

Serokê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê Ebdurrahman Hecîahmedî, êrî$ên li ser gel û bi taybetî jî terora dardekirinê ya Îranê wekî hewldanên dawî yên dîktatorekî bi nav kirin û got:
"Em wekî tevger û bi gi$tî gelê Kurd, gihiştine wê astê ku em hem di hêla le$kerî û hem jî di hêla le$kerî de bersiva êrî$an bidin û xwe biparêzin.

newroztv

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum