Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Älteste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Re: Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur
von Kurdewari am 09.10.2010 14:03Mêro çawa ser xwe dikevê. Gotînek kurda heye dibên : Hê simbêlî wî çênebîne û xwe li kar didê"
Wela yabo bashe essado. Bila Kurd li welatê te bindest bin û behsa kurdên li derveyî welatê xwe bike.
Re: Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur
von Ez_u_Tu am 08.10.2010 18:01Bila ev serdirêja herê xwe bi Kurdên rojava re mijûl bike û pirsgirêka xwe careser bike. Mafê Kurdên Suriyê bide wan pashe li ser Kurdên bakûr biaxive hey qeshmer.
Kurdên xwe jibîr kir dest avêt pirsa kurdên bakur
von Azadiyakurdistan am 08.10.2010 17:03Serokdewletê Suriyeyê Be$ar Esad weka ku li welatê wî ev pirs tune û w pirsa kurd çareser kiriye ji bo çareseriya pirsa kurd li bakurê Kurdistanê pi$tgirî dide hukumeta Tirkiyeyê.
Be$ar Esad di hevpeyvinekê bi TRT El Turkiyayê de dibêje ew pi$tgirî didin hewldana Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsa kurd û heke efûyeke gi$tî û gavên berbiçav bêne avêtin Sûriye jî dikare be$darî pêvajoyê bibe.
Esad wisa got, “Di derbarî PKKê de, di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de kordînasyon heye. Ji ber ku pirsa PKKê, eleqedera wî bi Sûriye, Tirkiye û Îranê jî heye û pirsgirêkeke herêmî ye. Lê ez dibînim ku, piraniya kurdên ku li Iraqê dijîn girêdayî Iraqê, yên ku li Tirkiyeyê dijîn girêdayî Tirkiyeyê û yên ku li Sûriyeyê dijîn jî girêdayî Sûriyeyê ne. Ya bingehîn pirsgirêk ne pirsgirêka kurd e. Pirsgirêk ev e ku, hin alî vê kê$eyê hewce nî$an didin û dixwazin mudaxeleya karên me yên navxweyî bikin.”
Esad got, kurd jî wek ereb û tirkan bi sedan sal in ku li ser vê axê dijîn û destnî$an kir ku, pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe. Esad got, “Pêvajoya vebûna kurd a Tirkiyeyê rast e û em li gel efûya gi$tî ne. Lê divê ev hemû di nava çarçoveya neteweyî de bêne çareserkirin.”
Her wiha Esad destnî$an kir ku ji bo Iraqê gumana parçebûna etnîkî û mezhebî heye û domand, “Pê$ketinên Iraqê pir nêz ve Sûriyeyê eleqedar dikin. Bo vê em ji nêz ve di$opînin.”
Esad got, ligel rayedarên Iraqê, bi rayedarên Tirkiye û Sûriyeyê re jî pêwendiyên wan heye û destnî$an kir ku, li Iraqê bi hemû aliyan re pêwendiyên wan ba$ dibin. Esad got, ew ji derengketina avakirina hikûmetê Iraqê jî fikar in.
Netkurd
Silav û Rêz
Azad