Christen und Yeziden haben in Kurdistan gemeinsam mit Muslimen den Geburtstag von Hz. Mohamed gefeiert

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Christen und Yeziden haben in Kurdistan gemeinsam mit Muslimen den Geburtstag von Hz. Mohamed gefeiert

from Azadiyakurdistan on 02/17/2011 05:13 AM



Rêveberê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Merîwan Neq$ebendî diyar kir ku, Xiristiyan û Êzidî jî çûn serdana mizgeftan û li gel Misilmanan tevî salvegera jidayîkbûna pêxemberê Îslamê bûn.

Roja 15.02.11an li tevahiya bajar û bajarokên Kurdistanê salvegera roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê (S.X) hat kirin. Îsal ji salên borî cuda bû û bawermendên Xiristiyan jî tevî salvegerê bûn.

Merîwan Neq$ebendî ji Rûdawê re diyar kir ku, Wezareta Ewqaf wê 15 rojan mewlûdê berdewam bike. Îsal ji salên borî cuda ye û cara yekem li Kurdistanê gotar xwendin û rew$enbîrên olî belavkirine ku piraniya bajarên Xiristiyan lê dijîn, ke$e tevî ahengan bûne; “Li hinek cihan keşeyan gotarên a$tî û bi hevre jiyanê di dema mewlûdan de xwendin.”

Li gor gotina Neq$ebendî, metranê Eynkawa li Hewlêrê li mizgefta Celîl Xeyat tevî mewlûdê bû. Li salona Pê$ewa û Rêveberiya Gi$tî ya Karûbarên Xiristiyanan, ke$eyê Hewlêr û ke$eyê Kerkûkê, wek nûnerê Xiristiyanan tevî mewlûdê bûn. Herwiha ev kes ji aliyê Yekîtiya Zanayan ve hatin xelatkirin.

Navbirî di dawiyê de got: “Xiristiyanên li Hewlêr, Dihok, Koyê, $eqlawe û $êxan tevî vê helkeftê bûn. Herwiha civata ruhanî ya Êzidiyan jî tevî vê helkeftê bû.”

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum