In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

1  |  2  |  »  |  Letzte [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 04.12.2011 02:38

Nexşeriya Serxwebûna Kurdistanê Tê Amade Kirin

Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Li Hewlêrê konferansa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê, didome. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara 'Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê' pêşkeş kir û diyar kir ku pêwîste ew têkoşîna bingehên avakirina welat bidin.

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Li Hewlêrê konferansa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê, didome. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara 'Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê' pêşkeş kir û diyar kir ku pêwîste ew têkoşîna bingehên avakirina welat bidin.

Xebatên nexşeriya damezrandina dewleta Kurdistanê didome

Konfiransa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê ku 2 roj berê li Hewlerê dest pê kiribû didome. Konfiransa ji aliyê Sentera Xewin ve hate amadekirin 2 rojin bi niqaşan li salona onfiransê ya Mehmûd Zamdar didome. Di panêlê de gelek kes amade bûn. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara "Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê" pêşkeş kir. Abdûlah, bal kişand ser giringî û bingehên ava kirina dewleta Kurdistanê û wiha got: " Lazime em yekîtiya xwe xurt bikin. Şerê birakujî nekin. Di warê siyasî, aborî, çandinî û warên din de pêngavên pêwîst bavêjin. Pêwîst e em ji bo bingehên avakirina welatê xwe têbikoşin."

Abdûlah, derbirî ku şerm e ew di vê sedsalê de ji konferansa neteweyi birevin û wiha berdewam kir: "Heya niha tenê Kurdên Bakûrê Kurdistanê li Ewropa di, warê lobiyê de dixebtin. Wekî din Kurdên me li wan welatan ji bo lobiyê deng ji wan dernakeve. Divê em hev re dewlata Kurdistanê daxwaz bikin, heya kengê em qehra dagîrkerên Kurdistanê bikêşin. Divê helwestek me ya zelal hebe."

"22 dewletên Erebî hene, mafê Kurd e jî dewleta wan hebe"

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragehand ku mafê Kurd e dewleteke wan a serbixwe hebe wek çawa 22 dewletên Ereban hene.

Kosret Resûl wiha axifî: ''22 dewletên Erebî hene, çi rêgir e dewleteke Kurdî jî hebe û peywendiyên hevseng ligel cîranên xwe girêde. Ji xeynî vêna jî mafê gelê me ye di warê mafê gelan de bo diyarkirina çarenivîsa xwe xewnê bi dewleta xwe ve bibîne.'' Navbirî amaje bi wê yekê da ku damezrandina dewleteke Kurdî bi guherankariyên navçeyê, nerîna parlamento û astê pêbendbûna İraqê bi destûrê ve hatiye girêdan.

Li Brîtnayayê kampanyaya serxwbûnê didome

Kampanya komkirina 100 hezar îmzeyên xelkên Brîtanyayê ji bo serxwebûna Kurdistanê û bûna wê weke babeteke Parlementoya Brîtanyayê, meha çûyî ji aliyê hejmareke çalakvanên kurd di civîneke giştî de li Londonê hat ragehandin

Biryare heftiya bê komîteya kampanyayê ji bo destpêkirina çalakiyên nû li Londonê bicive. Destpêka van çalakiyan bi semîner û civîn li bajarên Brîtanyayê bo revenda kurd destpê dike. Forma vê kampanyayê wê heya roja 04.08.2012 li ser malpera hikûmeta Brîtanyayê bo îmzekirinê vekirî be û divê 100 hezar îmzeyên hevwelatiyên brîtanî kom bike.

NÛÇE-ANALÎZ

Serxwebûna Kurdistanê di rojeva başûr de ye

Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Piştî ku Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, di 13. Kongreya PDK'ê diyar kir 'Mafê Kurdan heye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin', vê yekê rê li ber nîqaşên 'serxwebûna Kurdan vekir. Li pey hev pêşengên sîyasî ên başûrê kurdistanê êdî behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Pisporên navneteweyî jî destnîşan dikin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê nêzîktir bûye. Her wiha di nava civaka başûrê kurdistanê de jî hişmendiya bo serxwebûnê gellek pêşket û saziyên sivîl jî ji bo ava kirina dewleta kurdistanê zêdetir ketine nav liv û tevgerê. Her wiha li Brîtanyayê jî kampanyaya serxwebûna Kurdistanê didome..

Çima serxwebûn?

Ji bo gelê Kurd jiyanek baş û biewle, bo parastina dîrok, berdawamîya û pêşketina şaristanîya Kurd,parastina nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminan, bo pêşketina Kurdan di warên cûda de û bo modernizasyona civakî, bo bilind bûna standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurddi dema dirêj de bê serxwebûnê riyek din nîne. Hemû çareserîyên din çareserîyên demîne.

Îro çareserîya tenê ya hemû keşêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêşketina çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî Kurdistana Azad de heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêşketin ya hemû gelê Kurd e. Beşekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe. Parastina başûrê Kurdistanê hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.

Pêşketinên dawî û baye konjoktura nû ya Cihanê delfeta Serxwebûna Kurdistanê zêde kirîye. Divê Neteweya Kurd û tevgera rizgarîya Kurdistanê bi bergeheke eqilane û bi sîyasetekê Kurdistanî bo bikaranîna vê delfeta dîrokî xebatên xwe bilind bikin. Niha berjewndîyên DYE û Kurdan di heman riyê de ye. Ev nayê wê wateya ku DYE Kurdan hez dikin. Lê divê di çerçoveya berjewndîyên hevbeş de firsend baş were bikaranîn. Ango ne teslîm bûn,lê tevgerîna stratejîk hewceye. Divê Kurd her tim îxtîmal xirab jî bigrin ber çawan û li gor vê yekê li dor berjewendîyên neteweyî planên hêzên din lehê Kurdan were ber alî kirin.

Kerkûk û Konferansa Neteweyî xalên sereke ne

Berî her tiştî divê meseleya Kerkûkê were çareser kirin û piştre jî bi dor pêşxistina aborî, hêza leşkerî û di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û li dar xistina konferansa neteweyî ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xalên bingehîn in..
(HAWAR NET, ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)

Link 

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Azadiyakurdistan am 17.08.2011 17:39

Nein das ist eine Union aus kurdischen Parlametarier. Die arbeiten mit plan um rechtlich ein unabhängiges Kurdistan zu unterstützen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kudo21 am 16.08.2011 19:53

Ist das die selbe Gruppe wie vor paar Wochen oder eine neue ??

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 16.08.2011 13:11

Yekîtiya Parlamenteran kar bo dewleta Kurdî kar dike

Serokê Yekîtiya Parlamenteran Nîhmet Ebdullah ragihand ku yekîtiya wan bername û plan heye ku derbarê arîşeyên cîhê cîhê yên Kurdistanê de çendîn dosya vekin ku yek ji wana karkirin li ser dewleta kurdî ye.

Ebdullah ji rojnameya Awêneyê re got; "Me bername û plan heye ku çendîn dosyayên cîhê cîhê vekin û her wiha konferansek jî saz bikin. Em niha derbarê arîşeya jenosîd û enfalkiriyan de kar dikin daku bo qerebûkirina malbatên qurbanên destê rejîma Beasê hewl bê dayîn û ji bo wê jî emê konferansekê saz bikin".

Nîhmet Ebdullah da zanîn ku her wiha 2 dosyayên din yên taybet bi arîşeya madeya 140ê û arîşeya dewleta Kurdî heye û got: "Çimkî niha her kes bi awayekî li ser wê mîjarê daxuyanî dide lê em bi rêya nexşerêyeke ku ev salek e kar li ser dikin û me dil heye bi rêya sazkirina konferansekê û kesên şareza kar bo dewleta Kurdî bikin.

 

DengeAzad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 05.08.2011 13:07

@Kudo21

Die kurdische Regional Regierung soll diese Gruppen warnen und aufhalten dieses Projekt durchzuführen.iese Zivilsiten dürfen nicht nach der Unabhängigkeit Kurdistans streben.

Die Kurden sagen hingegen, dass jedes Volk der Welt, das Recht hat selber für ihre Lösung zu stimmen.

Antworten Zuletzt bearbeitet am 05.08.2011 14:01.

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kudo21 am 04.08.2011 21:43

Was sagen die den ?? Kurdwari ??

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 04.08.2011 18:40

Die erste Reaktion der Araber zeigte Angst vor Kurdistan.


Tevgera Sedir li ser ‘cihêbûna’ kurdan hishyarî da



Bexda, 4 Tebax (AKnews) – Parlamenterê Iraqê yê ser bi tevgera Sedir Meha Dûrî, derbarê “cihêbûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê” hişyarî da û got, hinek saziyên sivîl li Kurdsitana Iraqê, bo avakirina dewleta kurdî kar dikin. Fraksyona Kurdistanî jî, diyar kir, mafê her gelekî ye çarenûsa xwe diyar bike.

Parlamenterê tevgera Sedir Meha Dûrî, ji AKnewsê re axivî û got, hinek saziyên sivîl li Herêma Kurdistanê, bo avakirina dewleteke serbixwe ya kurdî kar dikin û wiha axivî:

“Helbet, hikûmeta Herêma Kurdistanê, karekî wiha nake, lê divê ev saziyên sivîl bên hishyarkirin ku li pey planên derve neçin ku wan ji Iraqê cihê bike. Ji ber ku, cihêbûna kurdan ji Iraqê, bi xêra kurdan nîne û tenê zerera wê heye.”

Ji aliyekî din, berdevkê fraksyona parlamenterên kurd li parlamentoya Iraqê Mueyed Teyib, ji AKnewsê re axivî û diyar kir, hemû gelên cîhanê dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û ev mafê wan e û wiha got:

“Li ser vê bingehê, mafê kurdan jî heye dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, lê aliyên Kurdistanî alîgirê Iraqeke demokratîk û azad in.”

Teyib, daxuyand, hinek saziyên sivîl, daxwaza avakirina dewleta serbixwe ya kurdî dikin, lê ev ne helwesta fraksyonên Kurdistanî ye.

Li Duhokê, Yekshema borî, koma bi navê “Daxwaza avakirina dewleta kurdî” hatibû avakirin.

AKnews

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Azadiyakurdistan am 03.08.2011 14:20

Bo yekemîn car grûpeke taybet bi daxwaziya dewletbûna Kurdistanê li bajarê Duhokê hate damezrandin


Yekemîn car = zum ersten Mal

car = mal, Yekemîn = erste

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kudo21 am 02.08.2011 21:10

Hab ich das richtige verstanden 4 Gruppen haben sich zu einer verbündet und heißen jetzt Drope Dewletbûn ?

Antworten

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kudo21 am 01.08.2011 20:31

Find ich sehr gut ! Das gabs vorher nicht wey wey.

Antworten
1  |  2  |  »  |  Letzte

« zurück zum Forum