Herêma tampon û helwesta Kurdên Sûriyê

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Zagros
Gelöschter Benutzer

Re: Herêma tampon û helwesta Kurdên Sûriyê

von Zagros am 05.12.2011 16:07

Dann erklär mir mal bitte heval warum Azadî, die Zukunftspartei und Yekitî Partei im syrischen Nationalrat sitzen was in ISTANBUL gegründet worden ist? PYD fordert deshalb eine klare Haltung, solange das nicht geschieht wird PYD sich den nicht anschließen auch wenn sie sich in vielen Punkten einig sind. Der syrische Nationalrat wird von den Muslimbrüder und arabische Nationalisten dominiert und die fordern immer wieder eine türkische Invasion.

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Herêma tampon û helwesta Kurdên Sûriyê

von Azadiyakurdistan am 05.12.2011 15:46

Zagros, hier sehen wir das alle Kurden in West-Kurdistan gegen eine türkische Invasion sind. Der kurdische Nationalrat, unabhängige Kurden. Also gibt es diesen Grund was PYD erwähnt warum die nicht im kurdischen Nationalrat sind, nicht. Kein Kurde möchte die Türkei in West-Kurdistan sehen nicht nur PYD.

Am ende steht das sogar der syrische Nationalrat darüber noch nicht mal gesprochen hat.

Diese Zone wird vorallem Efrîn schaden da Efrîn ganz nahe liegt oder vllt auch dazu gehören wird. Jedoch kann und will die Türkei alleine nicht so eine Zone einrichten. Das müssen die Kräfte der Verinigten Nationen tun.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Herêma tampon û helwesta Kurdên Sûriyê

von Azadiyakurdistan am 05.12.2011 15:39



Şam: Xwepêşandanên îna borî yên li Sûriyê di bin navê 'Herêma tampon daxwaza me ye' hatin lidarxistin, di demek ku dorpêç li ser hikûmeta Sûriyê zêde de û rê li ber teng dibe.

Herêma tampon (navbir) a ku behsa wê tê kirin, tê pêşniyazkirin li ser sînorê Tirkiyê bê avakirin ku li bakurê rojavayê Sûriyê bi xwepêşandanan germ e. tê gotin herêmên wekî; Cisrê Şixûr, Îdlîb û herêma Efrînê jî digre nava xwe.

Eger ew herêm di destê Tirkiyeyê de be kurd qebûl nakin

Di vê derbarê de endama Civata Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Sebîhe Xelîl ji Rûdawê re got: "Em herêmeke ku tenê bi destê Tirkiyê bê çêkirin, qebûl nakin. Divê ew herêm bi destê Neteweyên Yekbûyî (NY) bê avakirin"

Li aliyê din Endamê Serbixwe yê Civata Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê Ehmed Şewqî got: "Herêmeke tampon divê bi biryareke navneteweyî û eşkere bê avakirin û armanc parastina gelê Sûriyê be. Lê ti carî em razî nabin ku herêma tampon di nav herêmên kurdan de be û bi destê dewleta Tirkiyê bê çêkirin."

Pêwîstiya gelê kurd bi herêmek tampon nîne

Derbarê nerazîbûna kurdan a ji bo çêkirina herêmek tampon, Ehmed Şewqî dibêje: "Pêwîstiya deverên kurdan bi herêmek tampon nîne. Ev herêma ku wê ji bo çêkirina çareseriya pirsgirêkan bê çêkirin, dê pirsgirêkek din bi xwe re derxe holê."

Şewqî ew pirsgirêk wiha ronî kir, "Bi taybet li herêma Efrînê Partiya Yeketiya Demokrat (PYD) ku alîgirê PKKê ye bi hêz e, ew dê hatina Tirkiyê wek dagirkirin bibînin. Di encamê de wê şer derkeve û dê gelek zerar bigihe me û lewma rê li ber van pirsgirêkane venakin."

Şewqî diyar kir ku divê kurd li hember wê projeyê yek helwestê nîşan bidin û heta ku karibin herêmên xwe biparêzin.

Civata Niştimanî ya Sûriyê daxwaza herêmek tampon nekiriye

Endamê Komîteya Cîbicîkirinê yê Civata Niştimaniya Sûriyê Ebdilbasit Seyda li ser mijara herêmek tampon ji Rûdawê re got: "Civata Niştimaniya Sûriyê daxwaza herêma tambon nekiriye û hê ev mijar di nav me de nehatiye gotûbêjkirin, lewma dema bê peşkêşkirin em ê nêrîna xwe bidin."

Li ser nazikbûna rewşê ger Tirkiye rola xwe di herêmeke wiha de bistîne, Seyda got: "Niha pirsgirêka me li Sûriyê ye. Em dixwazin gelê Sûriyê ji kuştinê biparêzin û piştgiriya şoreşa Sûriyê bikin, em naxwazin çi pirsgirêkek nû derxin holê."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 05.12.2011 15:39.
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum