Staatsterror im Iran: Kurdischer Aktivist wurde hingerichtet

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Staatsterror im Iran: Kurdischer Aktivist wurde hingerichtet

von Azadiyakurdistan am 05.10.2011 17:41



Piştî ku 4 salan li girtîgehê ma, Komara Îslamî ya Îranê girtiyek din yê Kurd li girtîgeha Kirman roja sêşemê (04.10.11) bidarve kir.

Li gor Radyoya Ferda, ciwanek Kurd yê bi navê Ezîz Xakzad (29) sala 2007an bi tometa dijberîkirina nîzam û arîkarîdayîna grûbên dijmin, cezayê bidarvekirinê jêre derket. Di pêdeçûna ceza ya ji aliyê dadgehê ve cezayê wî bo 5 salan hat kêmkirin û veguhestin girtîgeha Kirman.

Hat ragihandin ku kesûkarên Xakzad nehatine agehdarkirin ku wê cezayê bidarvekirinê bê cîbicîkirin û berê derbarê wî cezayî de ti tiştek nehatiye belavkirin. Herwiha parêzerê wî yê taybet jî nezaniye ku wê ew ceza bê cîbicîkirin.

Rojnamevan û çalakvanê mafê mirov yê Rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr rastiya bidarvekirina Xakzadî mîsoger kiriye û wiha nivîsiye: "Heya niha nayê zanîn ku Xakzad bi tawanê arîkarî dayîna kîjan grûba siyasî hatiye cezakirin. Lê ji ber ku çalakiya gêrîllayên PKKê li navçeya Xakzad hebûn, dibe ku ji ber PJAKê hatibe bidarvekirin.

Rudaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 05.10.2011 17:47.

« zurück zum Forum