Syrische Militär-Flugzeuge haben ein kurdisches Dorf in Efrîn bombardiert

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Syrische Militär-Flugzeuge haben ein kurdisches Dorf in Efrîn bombardiert

von Azadiyakurdistan am 09.04.2012 16:11



Syrische Militär-Flugzeuge haben ein kurdisches Dorf in Region Efrîn bombardiert. Es gibt keine verletzte oder tote. Das Dorf Xirêbkê liegt 30 km nördlich von Aleppo in Region Efrîn.

Efrîn, 9 Nîsan (AKnews) – Li bakurê bajarê Helebê ku ji çend rojan de êrişên rejîma Sûriyê didomin, gundê kurdan Xurêbkê jî kete ber bombebarana firokeyên rejîma el-Esed.

Mistefa Xelîl kurd e û yek ji daniştiyên gundê Xirêbkê ye yê ji AKnewsê re got, "Duhî, dema sibê, dema şaregundê Dêrcimêlê bi balafirên cengî û helîkopteran dihat bombebarankirin, balafirekê êriş anî ser gundê me jî."

Xelîl diyar kir ku balefirê xaniyek li rexekî gundê Xirêbkê bombebaran kirin û ji encama bombebaranê xanî hilweşiya, "Lê xweşbextane ku ti kes ne li mal bû û çi ziyaneke canî rû neda."

Gundê Xirêbkê bi ser Herêm Efrînê de ye û li tenişta Şaregundê Dêrcimêlê ye, 30 km li bakurê bajarê Helebê ye.

Hêjayî gotinê ye, hêzên rejîma Sûriyê û Artêşê duhî, êriş tund birin ser çend gund û şaregund û bajarokên li bakurê Helebê û li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê tenê li bajarokê Tirfadê ji duh de ji ber êriş û bombebaranê 30 kesî canê xwe ji dest dane û îro jî ew êriş didomin.

Bavê Ehmed daniştiye gundê kurdan Aqîbê ji AKnewsê re ragihand, ku ji ber bombebaranê gundên ereban yên nêzîk ji herêma Efrînê ve, xelkê wan gundan berê xwe dane gundên kurdan û got:

"Ev gundên ku çend roj di bin êrişan de ne, li kêleka navçeya kurdan Robariyan ya bi ser herêma Efrînê de ne, lewma xelkê wan gundan berê xwe didin gundên me. Gundên kurdan penaberên ereb pêşwazî dikin û li ser malên gund tê belavkirin."

Bavê Ehmed wiha domand, "Jixwe gundên me di sînorê hevdu de ne, bi sedan sal e danûstan di navbera me de heye û em hevdu dinasin, têkeliyên civakî û aborî ji berê de hene, anku em bi hev re dijîn."

Bavê Ehmed tekez kir ku ew bi dilekî fireh pêşwaziya hemû penaberên ereb dikin û birînên wan dipêçin, li ser vê helwestê navhatî got:

"Kesê mafdar û zilm dîtî, zilmê li ser xeynî xwe qebûl nake."

Ji çend rojan de, operasyonên hêzên rejîmê û artêşa Sûriyê li dijî herêmên û şaregundên bakurê Helebê dest pê kirine û heta niha berdewam in û ji ber wan êrişan bi hezaran ji gelê wan herêman penaber û koçber bûne.

kn (AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 09.04.2012 16:12.

« zurück zum Forum