Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane
von Azadiyakurdistan am 15.09.2010 12:46
Li Iraqê serhêjmara gi$tî tê kirin. Wezîrê plandana Iraqê di vê serhijmarê de Êzidiyan wek netewyek ji Kurdan cuda dide naskirin. Êzidî di destûra Iraqê de wek Kurd lê ji olik cuda hatine nasandin. Ezidî Kurdin û wek ol êzidîn e.
Rêveberê gi$tî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê diyar kir ku ew bi çi rengekî qebûl nakin êzidî bo serjimêriya gi$tî ya Îraqê wek neteweka cuda ji Kurdan bihête hijmartin.
Xeyrî Bozanî rêveberê gi$tî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê bo Evro diyar kir ku hizba teqeduma îzdiyan li vê dûmahiyê bi fermî yada$tinameyek daye wezareta pilandana Îraqê û daxwaz kiriye ku êzdî wek netewe bihête li qelemdan û Dr. Elî Baban wezîrê pilandananê dixwaze di formên serjimêriyê de êzdiyan wek netewe bijmêre û got: Em li ser vê çendê ne razî ne. Nabê ku kesek biriyarê bide ka êzdî netewene yan ne.
Ji ber cografî û dîrok û ziman û ol û cilik û tîtalên wan biryar li ser daye ku Kurdin û di desturê Îraqê de navê êzdiyan wek ol hatiye.
Bozanî diyar kir ku ev babete pirseka siyasî ye û bo vê meremê mîr Tehsîn Beg mîrê êzdiyan roja 9 / 12 di gel serokê perlemanê kumboye û ev ti$te bo diyar kiriye û mîrê êzdiyan rijdî li ser wê yekê kiriye ku êzdî Kurdin belê taybetmendiya xwe ya aynî heye û wek netewe Kurdin.
Bozanî got: Me ji parlementoyê xwastî ye ku cenabê serok Barzanî bihête agehdarikirin û mayê xwe di vê pirsê bike û vê kê$ê rabigirin û êzdiyan wek netewe li qelem nedin û eger vê çendê serinegirt dê li dadgeha fîdiralî dozê li dijê vê daxwaziya wezîrê pilandananê vekin.
Rojevakurd
Silav û Rêz
Azad
Parez
Gelöschter Benutzer
Re: Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane
von Parez am 15.09.2010 16:08Mesela vê tiÅtê ewe, ku li Îraqê partîyek Êzîdîyan heye yên bi xwe bêjin, em ne Kurdin û xebat û karên xwe didin Ereban.
Gelek caran Mîrê Êzîdîyan ji wan re digot, bila vê derewê terd bikin.
Ez serokê vê partîyê nasdikim. Seda derew û bêbextî ev partî gêrî titiÅtî nayê!
Êzîdî û Kurd yekin!
Silav
Xêrî