Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane

von Azadiyakurdistan am 15.09.2010 12:46



Li Iraqê serhêjmara gi$tî tê kirin. Wezîrê plandana Iraqê di vê serhijmarê de Êzidiyan wek netewyek ji Kurdan cuda dide naskirin. Êzidî di destûra Iraqê de wek Kurd lê ji olik cuda hatine nasandin. Ezidî Kurdin û wek ol êzidîn e.
Rêveberê gi$tî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê diyar kir ku ew bi çi rengekî qebûl nakin êzidî bo serjimêriya gi$tî ya Îraqê wek neteweka cuda ji Kurdan bihête hijmartin.


Xeyrî Bozanî rêveberê gi$tî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê bo Evro diyar kir ku hizba teqeduma îzdiyan li vê dûmahiyê bi fermî yada$tinameyek daye wezareta pilandana Îraqê û daxwaz kiriye ku êzdî wek netewe bihête li qelemdan û Dr. Elî Baban wezîrê pilandananê dixwaze di formên serjimêriyê de êzdiyan wek netewe bijmêre û got: Em li ser vê çendê ne razî ne. Nabê ku kesek biriyarê bide ka êzdî netewene yan ne.

Ji ber cografî û dîrok û ziman û ol û cilik û tîtalên wan biryar li ser daye ku Kurdin û di desturê Îraqê de navê êzdiyan wek ol hatiye.
Bozanî diyar kir ku ev babete pirseka siyasî ye û bo vê meremê mîr Tehsîn Beg mîrê êzdiyan roja 9 / 12 di gel serokê perlemanê kumboye û ev ti$te bo diyar kiriye û mîrê êzdiyan rijdî li ser wê yekê kiriye ku êzdî Kurdin belê taybetmendiya xwe ya aynî heye û wek netewe Kurdin.

Bozanî got: Me ji parlementoyê xwastî ye ku cenabê serok Barzanî bihête agehdarikirin û mayê xwe di vê pirsê bike û vê kê$ê rabigirin û êzdiyan wek netewe li qelem nedin û eger vê çendê serinegirt dê li dadgeha fîdiralî dozê li dijê vê daxwaziya wezîrê pilandananê vekin.

Rojevakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Parez
Gelöschter Benutzer

Re: Êzidî Kurdin ne neteweyek cudane

von Parez am 15.09.2010 16:08

Mesela vê tiştê ewe, ku li Îraqê partîyek Êzîdîyan heye yên bi xwe bêjin, em ne Kurdin û xebat û karên xwe didin Ereban.

Gelek caran Mîrê Êzîdîyan ji wan re digot, bila vê derewê terd bikin.
Ez serokê vê partîyê nasdikim. Seda derew û bêbextî ev partî gêrî titiştî nayê!

Êzîdî û Kurd yekin!

Silav

Xêrî

Antworten

« zurück zum Forum