Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan

von Kurdewari am 28.10.2010 14:17

Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan



Rizgarî Online/ Parlamenterên MHP’yê Tuğrul Türkesh û Ertuğrul Kumcuoğlu, ku endamên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê ne, doh angaşteke ku deng veda avêtin meydanê. Li gor vê yekê, Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewrûpayê, ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku ji bo Abdullah Öcalan rêya siyasetê bê vekirin.

Parlamenterên MHP’yê, diyar kirin ku bi vê mebestê li Konseya Ewrûpayê pêshniyarek hatiye kirin ku li Ewrûpayê shandeyek lêkolînê bê damezirandin û tê xwestin ku ev komîsyon çavdêriya pêvajoya agirbestê bike, ka PKK û hikûmet agirbestê îhlal dikin an na. Ji bilî van daxwazan, herweha hatiye pêşnîyazkirin ku, bendava hilbijartinê a %10 bê daxistin û li dibistanên dewletê jî rêya fêrbûna zimanê Kurdî bê vekirin.

Parlamenterên MHP’yê, li ser vê yekê doh derketin pêsh kamerayan û ev pêshniyarên Meclîsa ParlamenterênKonseya Ewrûpayê wek ‘‘karesat‘‘ bi nav kirin.

Parlamenterê MHP’yê Ertuğrul Kumcuoğlu, bi hêrs li dij vê pêşniyarê derket û weha axifî:‘‘Biryardayîna meseleyeke weha li aliyekî, pêshnîyarkirina wê bi serê xwe tishteke shash e. Li dij berjewendiyên dewleta tirk e. Em ê wek parlamenterên MHP’yî yên Meclîsa Parlamentoya Konseya Ewrûpayê li dij van hewldanan derkevin, lê meseleyeke netewî ye û divê hikûmet jî giraniya xwe dane ser vê meselê, da ku ev pêshniyar neyê rojeva shandeya gishtî ya konseyê.‘‘

Rizgarî

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan

von Azadiyakurdistan am 28.10.2010 14:28

Eger rêya siyasetê ji bo birêz Ocalan werê vekirin yan jî na ferq nake, ji ber ku birêz Ocalan bi xwe siyasetê dike eger ew Parlementerên MHP bixwazin yan na.
Lê yê girîng ew e ku dixwazin $andeyek bi$înin Kurdistanê ku li ser meselê binêrin ku kî agirbestê û a$itî dixwaze û kî naxwaze.
Û bendavahilbijiartinê a 10% jî gelek girînge ji bo me Kurdan, gerek ew jî were rakirin.

Ma gelo niha rê li hember birêz Ocalan negirtine ?
Lê dîsa jî ew biryarên herî girîng didê PKK û partiyên din yên ser PKK ve.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan

von Kurdewari am 28.10.2010 14:43

Mesele ne ewe ku Yê dixwazê ku rîya sîyasetê ji bo Öcalan vekê ye.
YE dibêjê ku tu bixwazî werî li nav YE 'ê divêt tu mafê mirovêt di zîndanê de bidê wan.
Li ba me wisa ye herkes dikarê xabatê bikê. Tu hê ne gihishtî wê asta YE' ê de yî ji ber çi tu dixwazî bikevî nav YE'ê?

YE dizanê ku ev tisht ji Tirkî re zehmete û sal jêre pêwîstin ku heta bikevê wê astê.

Mabesta YE'ê ewe ku rêkê bibînê ku tirkîye hê dûrê YE ye.

Antworten

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: Konseya Ewrûpa: Mafê siyasetê bidin Öcalan

von Kudo21 am 28.10.2010 20:22

Was ist los ?? Was passiert da ??

Antworten

« zurück zum Forum