Mesûd Barzanî: Hêviya min serxwebûna Kurdistanê ye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Hêviya min serxwebûna Kurdistanê ye

von Azadiyakurdistan am 08.01.2012 17:03



Hewlêr: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek ligel kanala BBC de tekez li ser wê yekê kir ku divê Hikûmeta İraqê çareseriyekê ji pirsên siyasî yên İraqê re bibîne. Ger pirsgirêk berdewam bikin, Kurd wê her egerekê binirxînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê pirsgirêka Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî de got: "Du rêyên vê pirsgirêkê hene. Rêya yekemîn ew e ku deshilata dadwer pirsgirêkê çareser bike û biryarê li ser bide. Rêya duwemîn jî ew e ku serkirdeyên siyasî yên İraqê bi rêya kongreyekî nîştîmanî û guftûgoyan çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Barzanî di berdewama axaftinên xwe de derbarê dadgehkirina Haşimî ya li Herêma Kurdistanê de jî got: "Ger dezgeha qeza biryarê bide û serkirdeyên siyasî qebûl bikin, emê bi hemû karînên xwe bibin arîkar. Mixabin di navbera fraksyonên siyasî de bê bawerî heye, vê yekê bandor li dezgeha dadweriyê jî kiriye ku bê baweriya aliyên siyasî yên İraqê ligel vê dezgehê jî hebin."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê mikurhatina çend parêzvanên Tariq Haşimî ya di kanalekî televizyonê de jî axivî û got: "Belavkirina vê mikurhatinê karekî şaş bû, ez nikarim rastî yan jî şaşitiya wê mikurhatinê piştrast bikim. Madem ev mikurhatine li ber destê Hikûmeta İraqê bû, pêwîst bû berî mercên siyasî yên welat nirxandiban. Belavkirina vê mikurhatinê, pirsgirêkên siyasî yên İraqê aloztir kir. Tevî ku Serokkomar daxwaz ji Serokwezîr kir ku vê yekê belav nekin, lê mixabin ev kar hat encamdayîn."

Barzanî derbarê hebûna Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî ya li Herêma Kurdistanê jî dîtinên xwe anî ziman û got: "Ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve daxwaz nehatiye krin ku Haşimî bê teslîmkirin, tenê di nameyekê de hatiye ragihandin ku nabe geşta derveyî İraqê encam bide."

Li ser pirsa gelo ger Dezgeha Dadweriyê daxwaza Haşimî bike, Barzanî got: "Divê ez vê yekê bêjim ku dezgeha qeza ya Herêma Kurdistanê serbixwe ye û ti peywendî bi dezgeha qeza ya Bexdayê ve nîne."

Barzanî bilêv kir ku ev pirsgirêkek siyasiye, Haşimî cîgirê Serokkomare, serkirdeyekî siyasî û nûnertiya beşeke gel dike. Pêwîstiya vê yekê jî bi çareseriyekî siyasî heye. Ger hinek kes bixwazin sîstema siyasî ya İraqê têk bidin, wê demê wê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe.

Mesûd Barzanî derbarê peywendiya telefonî ya Cîgirê Serokkomarê Amerîka Joe Biden de jî destnîşan kir ku Biden daxwaz nekir ku Haşimî teslîm bikin, belkî daxwaz kir ev pirsgirêk bi rêya guftûgoyan bê çareserkirin.

Barzanî derbarê rêkeftinnameya Hewlêrê de jî got: "Ew rêkeftin li ser bingehê hevbeşiya proseya siyasî bû, lê mixabin ev proje berdewam nekir. Bi dadperwerî post neyên parvekirin, mantiqê vê yekê nîne ku piştî salekê hê jî postên ewlekariyê vale mane, pirsgirêkek ciddî ya artêşê heye, hemû sîstemên artêş û dezgehên ewlekariyê berevajiyê yasayê ne. Pêwîst bû ev di bin çavdêriya Civata Nûneran de ban."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê pirsgirêkên niha yên İraqê de jî got: "Du rê li pêşiya me hene. Yan pêwîste pirsgirêk bi guftûgo û rêkeftina aliyên siyasî bê çareserkirin yan jî hilbijartinek pêşwext bê encamdayîn."

Barzanî derbarê rêkeftinên petrolê yên Herêma Kurdistanê yên ligel Kompaniya Exxon Mobil jî tekez li ser wê yekê kir ku rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Exxon Mobil yasayiye, li ser bingehê rêkeftina ligel Hikûmeta İraq û yasayê hatiye encamdayîn. Barzanî got, helwesta Hikûmeta Bexda ya derbarê rêkeftinên me yên ligel Exxon Mobil şaş bûn û em jî wê yekê wekî dijberiya ligel berjewendiyên Kurdistanê bi nav dikin. Barzanî bilêv kir ku ti astengiyekê ji bo vê rêkeftinê qebûl nakin. Barzanî destnîşan kir ku eger di cîbicîkirina maddeya 140 a ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê de dest hilnagirin, ger pirsgirêk bi vî awayî berdewam bibin, emê vegerin Parlamentoya Kurdistanê û nêrîna gelê Kurdistanê çi be, emê cîbicî bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ger nêrîna xelkê li ser wê yekê be ku daxwaz serxwebûnê bikin, ez nikarim dijberiya nêrîna xelkê bikim, ez ê li pêşiya wê nerawestim. Ez roj bi roj dixwazim Herêma Kurdistanê pêş bikeve, lê hêviya min a sereke Serxwebûna Kurdistanê ye.". Barzanî di vê derbarê de got: "Parlamentoya Kurdistanê di demekê de em girêdayî wê yekê hêlane ku di çarçoveya İraqê de bimînin ku Hikûmeta Bexda girêdayî destûr, federalî, demokrasî û piraliyê be."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya hevpeyvîna ligel BBC de got: "Kurd beşdarî hikûmetek ku Şîe û Sûnne tê de hatibe paşguh xistin nabin, lê ger fraksyona Malikî pirsgirêka çareser neke, wê demê emê her egerekê binirxînin."

Ji Rojnameya Xebat hatiye wergirtin

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Peshmerge_G...

33, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 166

Re: Mesûd Barzanî: Hêviya min serxwebûna Kurdistanê ye

von Peshmerge_Gerilla am 08.01.2012 20:04

Mesud Barzani schießt die Nationalgefühle der Kurden mit solchen Reden hoch. Hoffen wir dass die Nachricht von der Unabhängigkeit Kurdistan am 21.03.2012 wahr ist. Ich bin sehr optimistisch was Süd-Kurdistan betrifft..

Pêshmerge û Gerîla hêzên parastinê miletê Kurdin.

Antworten

« zurück zum Forum