The Guardian: Die Türkei muss mit den Kurden Frieden schließen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
The Guardian: Die Türkei muss mit den Kurden Frieden schließen
von Azadiyakurdistan am 06.07.2011 17:36
Rojnameya Îngîlîz The Guardian nameyek bi îmzekirina parlamenterên Îngîlîz, Endamên Perwerda Zanîngehê, Parêzvanên Mafê Mirovan, Nivîskar û Shîroveger belavkirî de, balê dikshîne ser destkeftin û serkefina Kurdên li bakurê Kurdistanê di hilbijartina de û berdewamiya zext û cerdên ser Kurdan. Her wiha di nameyê de tê gotin: "Divê Erdogan bi Kurdan re ashitiyê pêk bîne." Ji aliyekî din ve di nameyê de tê gotin ku, li ser Bendava hilbijartinê û zextên li dijî Kurdan, li gorî hilbijartinên derbas bûyî Kurdan serkeftineke mezin bi dest xist û siaysetmedarên Kurd karîn 36 kursiyan bi dest bixin. Her wiha name çapemaniya Îngîlîz rexne dike ku pir kêm nûçeyên derbarê 151 girtiyên ji doza KCK'ê belav dike û dubare hilbijartina Leyla Zana bo meclîsê bi dilwêrekiyê bi nav dike. Li ser Serokê Wezîrê Tirkiyê Erdogan jî, di nameyê de wiha derbas dibe "Êdî dem hatiye ku hikûmeta me , ji Erdogan re bibêjê; divê destpêkê bi bexçeyê piÅt xwe re ashitiyê pêk bîne û eger mafên 15 milyon Kurd di neqebûlkirinê de berdewam bike, wê tucaran endamtiya wê a jibo Yekêtiya Ewrûpa qebûl neke."
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad