Tirsa Bahçeli ji ‘Pêşmerge’ / Bahçelîs Angst von Pêşmerges

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Tirsa Bahçeli ji ‘Pêşmerge’ / Bahçelîs Angst von Pêşmerges

von Azadiyakurdistan am 06.06.2011 19:34

Li Tirkiyeyê, Serokê Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) Devlet Bahçeli, di bin tedbîrên tund de çû Diyarbekirê û got, "Ez nehatime vir sher bikim û dengan bixwazim, ez hatime hesreta dilê xwe vala bikim.". Bahçeli, îdia kir, ji Pêshmergeyan zêdetir, ji Diyarbekiriyan hez dike.

Serokê MHPê Devlet Bahçeli, îro di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de, li Meydana Îstasyon a Diyarbekirê, mitîng li dar xist. Neteweperestên alîgirê MHPê, ji Osmaniye, Elezîz û Edeneyê hatibûn Diyarbekirê.

Bahçeli, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, bi "cihêkeriyê" sûcdar kir û wiha axivî:

"Ez nehatime Diyarbekirê Sher bikim û dengan bixwazim, ez hatime hesreta dilê xwe vala bikim. Ez ji bo saxkirina biratiya hezarê salan li pêshberî we me. Me hezkirina xwe parve kir, lê me mirovên xwe ji hev veneqetand."

Bahçeli, îdia kir ku her kesê ku li Tirkiyeyê dijî, "tirk" e û wiha pêde çû, "Heke zimanê dayikê bikeve destûra bingehîn, heke perwerdeya zimanê dayikê bikeve destûra bingehîn, dê zikê we têr bibe?"

Serokê MHPê, dev avêt hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Pêshmergeyan jî û wiha anî ziman, "Yên li Washingtonê, ji min zêdetir ji we hez nake. Pêshmergeyên li Hewlêrê, ji min zêdetir ji we xwedî dernakeve. Yên ku xeyalê dewleta serbixwe dikin, bila hishê xwe komî serê xwe bikin. Em ne kevir û ne jî mirovekî xwe didin."

(AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 06.06.2011 19:36.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Tirsa Bahçeli ji ‘Pêşmerge’ / Bahçelîs Angst von Pêşmerges

von Azadiyakurdistan am 06.06.2011 20:35

Bahçelî versucht hier die Peshmerges mit ins Spiel zu bringen um die Kurden zu spalten.

Der hat gesagt: Ich liebe Amed mehr als die Pêshmerges das tun!!!!

Ich frag mich warum er auf sowas kommt?

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum