Türkei möchte Iran militärisch unterstützen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Türkei möchte Iran militärisch unterstützen

von Azadiyakurdistan am 14.08.2011 14:14



Nach einer Reportage von World Tribune, möchte die Türkei dem Iran bei der bekämpfung von PJAK militärisch unterstützung.

Nach PJAK Angaben soll die Türkei amerikanische und israelische Waffe an Iran geliefert haben.


AzadiyaKurdistan

Hewlêr: Li gor raporek ya malpera World Tribune ya Tirkiyê ku bi zimanê İnglîziye, Tirkiye bi niyete ji bo şerê li dijî PJAKê, arîkariya leşkerî bide Îranê.

Li gor raporê Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li gel Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê û berpirsên kabîneyê li ser vê meseleyê civiyane. Ew yek jî eşkere bûye Îranê ji bo şerê li dijî PJAKê daxwaza arîkariya leşkerî kiriye.

Di belavokek fermî ya Hikûmeta Tirkiyê de tê gotin ku "Berpirsên hikûmetê di wê civînê de tekez li ser mijarên taybet girêdayî asayîşa derve kirine."

Civîn 8ê Tebaxê hat lidarxistin û Erdogan serpereştiya wê dikir. Herwiha di civînê de Serferamdarê Artêşê yê nû Nejdet Ozel, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz û Wezîrên Karên Derve Ahmed Davutoglu jî beşdarbûne. Herwiha çavkaniyekê ji Hikûmeta Tirkiyê eşkere kiriye ku berpirsan di wê civînê de guhertinên derbarê hatina Îranê ya nav xaka Herêma Kurdistanê zanyarî wergirtine û herwiha behsa daxwaza Tehranê ya taybet ji bo arîkariya leşkerî jî kirine.

Herwiha çavkaniyekê di nava gêrîlayên Kurd ên li çiyayê Qendîlê de ragihand ku ji zûde ye Tirkiye arîkariya leşkerî dide Îranê. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyê tankên Amerîkî û saroxên Îsraîlî dane Îranê.

Lê di berdewama wê raporê de tê gotin ku heya niha Tiriyê li ser arîkarîkirina Îranê biryara dawî nedaye. Sedema vê yekê jî ewe ku bi baweriya deshilatdarên Tirkiyê zanyariyên giring derbarê PJAKê de li gel Îranê hene, lê ne amade ye bide Tirkiyê.

Herwiha di wê raporê de behsa wê yekê hatiye kirin ku di berdewama civîna deshilatdarên Tirkiyê de behsa wê yekê hatiye kirin ku Tirkiye çawan çûna Îranê ya nav xaka Herêma Kurdistanê bibîne û çekdarên PKKê di nava çiyayê Qendîl de ji nav bibe.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 14.08.2011 14:15.

« zurück zum Forum