Türkische Soldaten töten einen YPG-Mitglied in Dirbesiyê West-Kurdistan (Syrien)

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Türkische Soldaten töten einen YPG-Mitglied in Dirbesiyê West-Kurdistan (Syrien)

von Azadiyakurdistan am 02.10.2012 23:17



Türkische Militäreinheiten haben an der Grezne zu West-Kurdistan (Syrien) in Dirbesiyê in richtung YPG-Einheiten geschossen. Hogir Beşîr Erebo ist dabei ums Leben gekommen und 2 andere wurden verletzt. 
Hogir Beşîr Erebo kommt aus dem Dorf Melek in Dirbesiyê. Die zwei anderen die verletzt worden sind heißen, Tamir Hewaz und Mazlum Reşad Elî

Azadiya Kurdistan 

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên artêşa Tirk, li ser sînorê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê gule barandin. Di encama gulebaranê de ji yekîneya dewriyeyê ya YPG'ê Hogir Beşîr Erebo jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) jî ew bûyer ji Rûdawê re piştrast kir.

Li gor ANFê, bûyer şevêdin saet derdora 02.30'an de li nêzî gundê Girê Lêlun ê girêdayî Dirbêsiyê ku li ser sînor e, qewimî. Hate ragihandin ku dema yekîneya dewriyeyê ya Yekîneyên Hêzên Parastinê (YPG) li nêzî sînor dewriye digeriya, leşkerên artêşa tirk gule barandin. Di encama gulebaranê de endamê YPG'ê Hogir Beşîr Erebo yê ji gundê Melek ê Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest da, Tamir Hewaz û Mazlum Reşad Elî jî birîndar bûn.

Tamir Hewaz ku ji lingê xwe, Mazlum Reşad Elî ku ji singa xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyan. Hewaz hate emeliyatkirin. Hate gotin ku rewşa Reşad Elî jî giran e.

Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Şêrzad Adil ji Rûdawê re kuştina endamekî YPGê li Dirbesiyê piştrast kir û wiha got: "Bûyer nû çêbûye, YPGê hê ti daxuyaniyek nedaye."

Cenazeyê Hogir Beşîr Erebo jî rakirin Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişloyê. Tê gotin ku wê cenazeyê endamê YPG'ê Hogir Beşîr Erebo dê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê bê veşartin.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum