Türkischer TERROR: 870 Tote, 26.000 Festnahmen und 1599 Gefangene

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Türkischer TERROR: 870 Tote, 26.000 Festnahmen und 1599 Gefangene

von Azadiyakurdistan am 04.06.2011 16:47

870 kushtin, 26 hezar binçavkirin, hezar û 599 girtin



Komeleya Mafên Mirovan (IHD), rapora 2010'an a ixlalkirina mafên mirovan ashkera kir

Komeleya Mafên Mirovan (IHD), rapora 2010'an a ixlalkirina mafên mirovan aşkera kir. Li gorî raporê di nav salek de 870 kes jiyana xwe ji dest da, 26 hezar kes hat binçavkirin, hezar û 599 kes hat girtin, 512 kes jî rastî ishkenceyê hat. Serokê ÎHD'a Gishtî Ozturk Turkdogan diyar kir ku Tirkiye ji kriterên Kopenhangê veguherî kriterê Enqereyê û wiha pê de çû: "Ev qas operasyon, ev qas amûrên leshkerî û leshkeran, ev dewleta polîsan û ev qas binçavkirin me bi guman dike ku amadekariya sher heye."
Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), rapora 2010'an a ixlalkirina mafên mirovan li avahiya navenda komeleyê ashkera kir. Di rapora ku Serokê ÎHD'a Gishtî Ozturk Turkdogan hat ashkera kirin de bilançoya ixlalkirina mafên cidî hene. Li gorî raporê, di sala 2010'an de 43 welatî ji aliyê cerdevan û polîsan ve hatin înfazkirin û 110 jî hatin birîndarkirin. Di sala 2010'an de li girtîgehan 35, di binçavan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên gihishtine ÎHD'ê jî di sala 2010'an de li girtîgehan 413 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Her wiha 22 kes jî di bûyerên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan e. Ji ber xeta û binpêkiranan jî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Di sala 2009'an de di pevçûnan de 141 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Di sala 2010'an de di nav de 97 hêzên dewletê 244 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Di sala 2010'an de li Tirkiyeyê 51 kesan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan e û her wiha 27 kes jî ji ber numusê hatin kushtin.

Di heman salê de binpêkirina mafê bi awayekî cidî pêkhat û 7 hezar û 100 hatin binçavkirin, hezar û 599 kes hatin girtin, 19 hezar û 553 penaber hatin binçavkirin. Li gorî raporê 280 kes hatin binçavkirin, 138 kes li dijî mekanên binçavkirinan hatin girtin, 57 kes ji aliyê cerdevanan ve 512 kes li girtîgehan rastî îshkence û muameleya xirab hatin. 83 kes ji aliyê hêzên dewletê ve rastî gefan hatin. 209 kes di encama mudaxeleya bûyeran de birîndar bûn û bi gishtî hezar û 349 kes rastî îshkence û muamelayên xirab hatin.

Li tevahiya Tirkiyeyê polîsan êrîshê li 278 civîn û meshan kir. Der heqê 317 kesan de lêpirsîn hate vekirin, Di 29 dozan de 872 kes hêj tên darizandin. 14 doz bi encam bûn û 74 kesan 95 sal cezayê girtîgehê girt.

ENQERE - DIHA

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum