Tu kar dixazî divê kurdî bizanî
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Tu kar dixazî divê kurdî bizanî
von Azadiyakurdistan am 20.05.2011 12:03
Li Tirkiyeyê, kesên ku bixwazin di sharedariya Sûrê de kar bikin, wek mercê pêshwext divê zimanê kurdî bizanin.
Sharedariya Sûrê ya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê di serlêdanên karkirinê yên bo sharedariya wan de, shertê ‘divê digel tirkî, kurmancî an zazakî jî bê zanîn’ deynin ber serlêderan û kesên ku kurmancî an zazakî nizanibin nikarin di sharedariyê de dest bi kar bikin.
Sharedarê Sûrê Abdullah Demîrbash da xuyakirin ku ji bo pêshkêshkirina xizmeteke bashtir, divê zimanên li herêmê bên zanîn. Demîrbash di vê mijarê de got:
- Li gor ankêtên ku me dayne çêkirin, ji sedî 72ê xelkê Sûrê bi zaravayên kurmancî û zazakî diaxivin. Ji bo ku arîsheyên xelkê herêmê bashtir çareser bikin û têkiliyeke xurtir digel wan deynin, me ev merc danî ber kesên ku dixwazin di sharedariya me de kar bikin. Sharedarî bo gel hene. Me jî pêdiviya wê çendê bi cih anî.
Rojeva
Silav û Rêz
Azad